JI RAGIHANDIN Û RAYA GIŞTÎ RE

  • Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel | 27.06.2020 | Daxuyanî

JI RAGIHANDIN Û RAYA GIŞTÎ RE

Bûyera ku di rojên 27-28 Hizîrana 2013`an de li Amûdê  qewimî faciya bû û ziyaneke mezin gihande gelê me û divê di dîroka gelê Kurd û Rojava de dûbare nebe.

 

Em wekî Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwe berpirsyarê vê bûyera xemgîn dibînin û bi şaştiya mezin ya ku di encama rûbirûhatinekê di navbera yekîneyeke me ya leşkerî di dema ku ji eniyên şer vedigeriyan û komek ji xwepêşanderên li pêşiya navenda Asayîşê kom bûbûn, daxwaza serbestberdana ciwanên çalakvan dikirin û di encamê de kesên bê guneh jiyana xwe ji dest dan itîraf dikin.

 

Em wekî Fermandariya Giştî ya YPG`ê xemgîniya xwe ya kûr û mixabîniya xwe raber dikin. Her wiha em amade ne her tiştê pêwîst bikin da ku vê birînê di dîroka şoreşa Rojava de derman bikin, lêborîna xwe radigihînin û tezmînata menewî û madî ji malbatên şehîdên gelê me yên bajarê Amûdê re pêşkêş bikin.

Ji bo pêkanîna lihevhatinê û bi destxistina aşitî, aramî û ewlehiyê di dilê gelê me de, me fedekarî kiriye û ev yek erk û mafê gelê me li ser me ye û peywirek e ji bo her kesê parastin û ewlehiya vî gelî misoger dike, em amade ne her tiştê pêwîst bikin.

 

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel | 27.06.2020

Bi rihê fermandar Karker Êriş, em ê dagirkeriyê têk bibin

Fermandariya Giştî ya YPG | 17 Adar 2021

Em rêhevalên xwe Çîçek Botan û Êrîş Cesur bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 12 Adar 2021

Operasyonên me li hember şaneyên DAIŞê berdewam dikin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 30 Çile 2021

Daxuyani di derbarê salvegera rizgarkirina bajarê Kobanî

Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2021

Em rêhevalê xwe Ferhad Efrîn bi rêzdarî bi bîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Kanûn 2020

Li Til Hemis 4 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 08 Kanûn 2020

Li operasyona YATê ya 19ê Mijdarê 4 kes hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Mijdar 2020