Hewldanek êrişê ya DAIŞê vala hat derxistin

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10ê Cotmeha 2022 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re

Bi zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember heremên me, şaneyên DAIŞê jî ketin nav liv  û tevgerê. Êrişên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker tên kirin, ji bo bermahiyên DAIŞê dibin firsenda ji nû ve xwe rêxistinkirinê û di hinek deveran de hewldanên çalakiyan dikin.

Di roja 7’ê Cotmehê de, şev di seet 23:00’an de, li Qamişlo li taxa Allaya ji aliyê şaneyek DAIŞê ve li hember seyareyek me êrişek hat lidar xistin. Ev êriş bê encam bû. Ji bo girtina êrişkaran demildest xebatên lêkolînê hatin despê kirin. Êrişkar di demekî herî kurt de werin girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10ê Cotmeha 2022