Hewildanên artêşa Tirk ya dagirkirina Rojava careke din vala hat derxistin

  • 11 Tebax 2017 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

 

Êriş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên di bin fermandariya wî de tevdigerin yên li ser xaka Rojava berdewam dikin. Artêşa Tirk a dagirker piştî hewildanên dagirkeriyê li Efrînê bê encam ma vê carê xwest xaka Kobanê dagir bike lê bi bersiva hêzên me ve ev hewildanên artêşa Tirk jî vala hat derxistin.

 

Encamên êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî yên 7 rojên dawî wiha ne;

 

Di dîroka 04.08.2017an saet 10:30an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî gundên Başemrê, Bircikê Silêman û Basûfanê yên girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Dîsa li eniya Girê Barîn çeteyan dema ku dixwestin çeperên nû çêbikin ji aliyê hêzên me ve hatin ferq kirin û hêzên me bi çekên BKC bersiv dan çeteyan. Di encam de çete neçar man paş de birevin. Her wiha di heman rojê de leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wî bi topên hawanê, obûs û çekên doçka êrişî gundê Maranezê û Berada Malikiyê yên girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin. Ji aliyê dîtir ve balafirên keşfê yên bê mirov û balafirên şer yên artêşa Tirk li ser rojavayê Kobanê geriyan.

 

Di dîroka 05.08.2017an saet 09:00an de tangekî artêşa Tirk ku li kêleka nexweşxaneya Ezazê gulle davêtin hêzên me, ji aliyê hêzên me ve hedef hat girtin û hat lêdan. Di encam de tang hat îmhakirin, lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Piştî bersivdayîna hêzên me saet 11:00an de leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wî bi obûs û çekên giran êrişî Maranezê, Beradê Malikiyê, Eleqînê û Eyn Deqnê kirin. Her wiha di heman rojê de li eniya Girê Baz yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê dema ku çeteyan dixwest çeperên nû çêbikin ji aliyê hêzên me ve hatin ferq kirin û hêzên me bi çekên BKC bersiv dan çeteyan. Di encam de çete paş de reviyan. Dîsa çeteyan bi çekên doçka êrişî Girê Barîn kirin. Li eniya navçeya Şera yê girêdayî Efrînê jî çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi obûsan êrişî Girê Qestelê, Baflonê, Vîla Qadî û Eleqînê kirin. Ji aliyê dîtir ve leşkerên Tirk bi çekên giran êrişî gundê Siftek yê girêdayî Kobanê kirin. Di heman demê de hêzên me bersiv da êrişên leşkerên Tirkan.

 

Di dîroka 06.08.2017an saet di navbera 00:00 û 04:00an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê, obûs û çekên doçka êrişî gundên Malikiyê û Maranezê kirin. Dîsa di heman rojê de leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wî bi obûsan êrişî Belûniyê yên girêdayî Şera kirin. Her wiha leşkerên Tîrk û çeteyên wî bî obûs, gulleyên tangê, çekên doçka û BKC êrîşî Eyn Deqnê, Belûniyê, Maranezê, Girê Qestelê, Girê Şehîd Şîlan û Girê Îska kirin. Ji alîyê dîtir ve li nêzî gundê Bobanê yê ku dikeve sînorê rojavayê Kobanê leşkerên Tirk sînor derbas kirin û ketin xaka Rojava. Di encam de hêzên me bi çend gulleyan ew hişyar kirin û neçar man ku paş de vegerin. Dîsa leşkerên Tirk bi çekên navîn êrişî gundê Mizidawît yê ku dikeve sînorê rojhilatê Kobanê kirin.

 

Dî dîroka 07.08.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrişî Girê Baz û Girê Barîn yên girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kirin. Her wiha di heman rojê de çeteyên ku li nêzî pira Cerablûsê xwestin rê çêkin, ji aliyê hêzên me ve hatin ferq kirin û hat lêdan. Di encam de çete neçar man ku paş de vegerin.

 

Di dîroka 08.08.2017an de leşkerên Tirk û çeteyên wî bi topên hawanê, obûs û gulleyên tangê êrişî Belûniyê, Maranezê, Eleqîn, Baflonê û Beradê Malikiyê yên girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin. Her wiha çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrişî Girê Şehîd Şîlan yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kirin.

 

Di dîroka 09.08.2017an de balafirên keşfê yên artêşa Tirk li ser Eleqînê û Baflonê geriyan. Di heman demê de çeteyan bi topên hawanê êrişî van herêman kirin. Dîsa di heman rojê de çeteyan bi obûsan êrişî Maranezê û Eyn Deqnê kirin.

 

Di dîroka 10.08.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk xwestin li eniya Girê Baz yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê êrişî hêzên me bikin. Êrişa çeteyan ji aliyê hêzên me ve hat ferq kirin û şer derket. Di encam de çeteyek hat kuştin. Her wiha çeteyan bi çekên doçka û BKC êrişî Maranezê yê girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin.

 

Navenda Ragihandina YPG | 11 Tebax 2017