Şehîd Erdal Sorxîn (Senger Ebdulhekîm)

  • 8 Îlon 2016 | Şehîd

Heval Erdal Sorxîn (Senger Ebdulhekîm) di sala 2015'an ji bajarê Kerkûk yê başûrê Kurdistanê beşdarê tevgera azadîxwaz ya li Rojavayê Kurdistanê dibe û bi wê rengê peywendiyên biratî bi dûrahiyên bajar û herêman ve sînordar nahêle. Erdal bi coş û cesarata xwe ku ji dîroka welatparêziya Kerkûkê werdigirt, li Rojavayê welat di gelek xebatên parastinê de bi serbilindî cihê xwe girt û mînakek ji hêza ciwan di rêveberiya şerê gelê şoreşger de zindî kir.
 
Di 18'ê Tebaxa 2016'an de dema hevalê Erdal li bajarokê Silukê li ser erkê xwe yê parastinê bû di encama teqîna mayînekê gihişte asta şehadetê. Wêrektiya ciwanên Kurd nîşaneya serkeftin di vê rêya dûr û dirêj ya azadiyê ye.
 
Weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) em bejna xwe bi rêzdarî li ber hemû şehîdên Rojavayê Kurdistanê ditewînin, serî de ji malbata şehid û gelê başûrê Kurdistanê em ji tevahî gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin û soza bilindkirina xebatê wan yê rewa nû dikin.
 
Nasnameya şehîd wiha ye:
 
 
Navê Tevgerî: Erdal Sorxîn
Navê Rast: Senger Ebdulhekîm
Navê Dayikê: Nahîde
Navê Bav: Hekîm
Cihê Ji Dayikbûnê: Kerkûk
Cih û Dîroka Şehadetê: Siluk / 18-08-2016
 
Navenda Ragihandina YPG
8 Îlon 2016

Daxuyanî di derbarê teqîna li roja 5ê Îlonê li Efrînê rû da

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Îlon 2021

Em rêheval Hogir Narîn Botan bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapameniya YPG | 03 Îlon 2021

Em Fermandar Rênas Roj birêzdarî bibîr tînin

Fermandariya Giştî ya YPG | 20 Tebax 2021

Em rêhevalê xwe Dersim Munzur bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Tebax 2021

Em rêhevalê xwe Mazlum Serhed bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29 Tîrmeh 2021

Daxuyaniya di derheqê Şehîdgeha Efrînê de

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 24 Tîrmeh 2021

Salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê pîroz be

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Tîrmeh 2021

Daxuyanî di derbarê rapora NY a bi dîroka 6ê Gulanê, 2021

Nûrî Mehmûd, Berdevkê fermî ê Yekîneyên Parastina Gel | 28ê Pûşperê, 2021