Hêzên me di çarçova parastina rewa de bersiv dide êrişên artêşa Tirk a dagirker

  • 15 Gulan 2017 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

 

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin êriş û binpêkirinên xwe ya li dijî xaka Rojava lidardixin berdewam dikin.

 

Êriş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya lidarxistin û encama van wiha ne;

 

Di dîroka 10.05.2017an, di saetên pişt nîvro çeteyên girêdayî artêşa Tirk ji milê Kela Seman bi çekên giran êriş birin li ser gundê Xezawî ya girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê.

 

Heman şevê çeteyan bi topên obûsan êriş birin li ser gundên Belûnê û Girê Celemê ya girêdayî navçeya Cindirêsê. Di encama topbaranê de 2 hevalên me birîndarbûn.

 

Li hember van êrişan hêzên me jî bi awayek tund bersiv dan û çeperên çeteyan xistin. Encama van lêdana ango hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatin zelal kirin.

 

Di dîroka 11.05.2017an, di dirêjahiya rojê de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi navber Girê Şehîd Şîlan a girêdayî Cindirêsê gulebaran kirin.

 

Heman rojê artêşa Tirk li hember taxa Kaniya Kurda ya bajarê Kobanê tevgerê xwe zêde kirin û li ser sînor xebata çeper û ronîkirinê berdewam kirin.

 

Heman şevê çeteyên girêdayî artêşa Tirk xwestin ji milê gundê Dêr Balud a girêdayî navçeya Cindirêsê êrişek li dar bixin. Hêzên me li ser van çeteyan de girtin û ew gulebaran kirin. Qasî hat zelal kirin di gulebarana hêzên me de çeteyekî hat kuştin.

 

Di dîroka 13.05.2017an, di saetên nîvro û saetên şevê de balafirên şer û balafirên keşfê ya bê mirov a artêşa Tirk li ser xeta sînor a rojavayê Kobanê geriyan. Dîsa heman demê de leşkerên Tirk li ser xeta sînor tevgerê xwe zêde dikin.

 

Di dîroka 14.05.2017an de balafirên keşfê ya bê mirov a arteşa Tirk li ser xeta sînor a rojavayê Kobanê geriyaye. Hêzên me jî balafirê keşfê hedef girtin. Di encam de balafirê keşfê ji qadê dûr ket lê nehat zelal kirin balafir ketiye an na.

 

Navenda Ragihandina YPG | 15 Gulan 2017