Hêzên me şûnwaran diparêzin, ji ber beşek ji dîroka me ye

  • 22 Mijdarê 2018 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di daxuyaniyekî Mudîrê Şûnwaran ê rêjîma Sûriyê Dr. Mehmûd Hemûd di 17’ê vê mehê de ji ajansa nûçeyan a Elmanî DPA re axivî û gelek rastiyên heyî berovajî kir. Daxuyaniya wî gelek rastî berovajî, sexte kirine û dûrî şîroveya bi pîvan ya kesayetek bibe mînak ji gelê Sûriyê re, akademîk û pispor ku erkê parastina şûnwarên dîrokî yên zakireya hemû pêkhateyên Sûriyê diparêze dabe. Diviyabû li gorî erka xwe tevbigeriya.

 

 Derew û bêbextiyên di daxuyaniya Mudîrê kar û barê Şûnwaran Sûriyê yên li dijî hêzên me hatine kirin dijberiya erk û pîşeya wî dike û dikeve çarçoveya berjewendiya aliyekî siyasî yê diyarde. Dijmin ji beriya dostan şahide li ser berxwedan û têkoşîna hêzên me a ji bo parastina hemû pêkhateyan û herêma Bakurê Suriyê. Di dema ku dewletê dev ji erkê parastina herêmê berda hêzên me modelekî ku enerciya ciwanên hemû pêkhateyan rêxistin bike pêşxist, şerê hemû rengên komên terorîst kir û parastina gel û hêrêmê kir.

 

Mudîrê Şûnwaran ê Sûriyê hêzên me jî xist rêza DAIŞ û Cebhet El-Nusra yên terorîst û bi îdayên xwe berpirsyariya dizî û bazirganiya şûnwaran xist sukra hêzên me. Ev bêbextiyek xeter e, bi awayekî siyasî hatiye kirin. Em van îdayan bi hemû awayî red dikin û wekî me salên derbasbûyî de isbat kiriye, niha jî em ji hemû aliyan re tekez dikin, şervan û fermandarên me yên herî hêja di şerê li dijî rêxistinên terorê de xwe feda kirin. Em bêbextiya vî kesê navborî û mudîriyeta wî qebûl nakin.

 

Dema ku rêjîma Sûriyê dev ji herêma Bakûrê Sûriyê berda û bê parastin hîşt, hêzên me ev çend salên derbasbûyî dikaribû tevahî herêmê ji destê çeteyan û terorîstan rizgar bikin û parastina cihên dîrokî wek keleh û  piran bikin. Me yê ku Pira Romanî û cihên şûnwarî li Girê Moza parastin û me Til Berak, Til Helef û Kela Sikeriyê, Kela Necim, Kela Caber û cihên şaristanî li Reqa, Hesekê û Dêrezorê rizgar kir. Ev çend salên derbasbûyî me bi tevahî hêza xwe dîrok û şaristana herêmê parast û li dijî bazirganên şûnwaran û talankeran têkoşîn meşand. 

 

Di dema hêzên me li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî terorîstan têkoşîn dikin, tiştekî xwezayiye ku YPG û YPJ’ê li cihê ew bibînin guncaw, çeperên parastinê ava bike. Ev di giran, deşt û erda rast de jî dibe pêk were. Rewşa demê û şer heyî, ev bendên parastinê û xalên leşkerî li ser me ferz kirine. Madem welatê me di bin tehdîda terorist û êrîşkaran de ye, em ê karên xwe bidomîn in.

 

Di hemû şert û mercan de hêzên me ji bo parastina şûnwaran bi baldarî tevdigeriyan. Ji ber baweriya me ewe ku ev şûnwar nasnameya me ye ku em parastina wê dikine ye.

 

Pêwîste Mudîrê Şûnwaran ê Sûriyê belgeyên ku gotinên wî isbat dikin, pêşkêş bike, ne bi gotinên dijberiya erk û misyona xwe, axaftinan bike. Di heman demê de diviyabû behsa topbaran û bombebarana artêşa Tirk a li ser şûnwar û cihên dîrokî yên Kantona Efrînê kiriba. Lê ew ji ber berjewendî û helwestên xwe yên taybet çavên xwe jê girtine. Niha jî li vir û wir îda û tewanbariyan li ser hêzên me yên ku  baldarî li hember hemû tiştên girêdayî Sûriyê û pêkhateyên wê tevdigerin.

 

Navenda Ragîhandin û Çapemeniya YPG | 22 Mijdarê 2018