Hêzên me êrîş bi ser tu baregehên Pêşmerge de nebirine û em rêz li xweseriya herêma Kurdistanê digirin.

  • Fermandariya Giştî a Yekîneyên Parastina Gel | 17ê Kanûnê 2020 | Daxuyanî

Ji Çapemenî û Raya Giştî re

 

Di salên derbasbûyî de bi awayekî daîmî pêvajoyên hevrêziya hevbeş di navbera Rojava û herêma Kurdistanê de hebûn û berdewan dikin. Ev pêwendî di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê û pêkanîna aramî û ewlehiya herêmê dihatin kirin. Di encama vê hevrêziyê de gelek aloziyên ku li ser sînor rû didan, çareser dibûn.

 

Hêzên me di 16ê Kanûnê de, li nêzî navçeya Sihêla êrîş bi ser tu baregehen Pêşmerge de nebirine. Tu sedem tune ye ku êrîşek wiha biqewime. Di derbarê mijarê de gelek daxuaniyên ragihandinê hatin dayîn ku rewşê mezin dikin û ji rastiyan dûr dixin. Di rastiyê de, tiştê ku qewimî di encama pêwendî û hevrêziya kêm di navbera me û kes û saziyên pêwendîdar ên herêma Kurdistanê de bû. Berovajî vê, em weke Yekîneyên Parastina Gel rêz li xweseriya herêma Kurdistanê digirin û bang li wan dikin ku dev ji siyaseta êrîşkariyê, provokasyonan û tawankeriyê berdin. Divê hemû pirsgirêk bi rêya danûstandin û diyalogê werin çareserkirin.

 

Fermandariya Giştî a Yekîneyên Parastina Gel | 17ê Kanûnê 2020