Hêzên kîndar û xayîn di fitneya xwe ya li Amûdê de biser neketin

  • 27 Puşber 2017 | Daxuyanî

Îro salvegera 4‘emîn a şehadeta yek ji lehengên Yekîneyên Parastina Gel bi destê îxanetê  ye. Lehengê  YPG‘ê dema ji hemleya rizgarkirina herêmên Bendava Hesekê û paqijkirina riya Hesekê-Dirbêsiyê ji çeteyan bi tabûra xwe ya Şehîd Serhed vedigeriya, ji aliyê koma xedir û îxanetê hate  şehîd xistin.

 

Hêzên îxanet xwestin Îsa Gulo (bi nasnav Sebrî) şehîd bixin, her wiha tabûra Şehîd Serhed a li bajarê Amûdê hedef girtin. Di encamê de hejmarek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Wan kesan xwestin tevliheviyê di navbera gelan de derbixin, lê gelê me li Rojava bi giştî û bajarê Amûdê bi taybet xwedî li şervanê xwe YPG/YPJ‘ê derdikeve û  komploya wan negihaştin serî.

 

Em wekî Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel YPG bi boneya roja şehadeta têkoşer Îsa Gulo hemû cangoriyên şoreşa Rojava bibîrtînin û soz didin ku em ê xeta xwe ya ber bi serkeftinê li dijî terorê bidomînin.

 

Fermandariya Giştî ya YPG | 27 Puşber 2017