Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hemleya rizgarkirina Reqayê bi navê Xezeba Firatê da destpêkirin

  • 6 Mijdar 2016 | Daxuyanî

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!
 
Ji bo gelê me yê bendewar û qehreman li bajarê reşîd yê Reqayê. Em wekî fermandariya QSD’ê  mizgîniya hemleya xwe ya leşkerî  ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê û bejahiya wê ji hêzên terorê yên cîhanî ku DAIŞ`ê nûnertiya wê dike û ji xwe re qaşo wekî payetexta  dewleta bi nav dike, dest pê dikin. Hemle ji dîroka 05.11.2016 roja şemiyê di saetên şevê de destpê kir.
 
Ji bo rêvebirina operasyona rizgarkirina Reqayê û kordînekirina di navbera hêzên ku wê beşdarî hemleyê dibin û kordînekirina eniyên şer, odeya çalakî bi navê Xezeba Firatê hat avakirin.
 
Bi vê boneyê em ji hêzên demorkratîk ên cîhanê, gelên herêmê, gelê me yê Sûriyê û taybet gelê me yê li Reqayê tekez dikin operasyona Xezeba Firatê wê bi israrkirin bimeşe da ku bighêje armanca xwe. Em ê paytexta terora cîhanî DAIŞ dorpêç bikin û birûxînin.  Em ê di vî şerê ku ji bo me pir girînge bi serkeve, çawa ku em li Kobanê, Girê Spî, Hesekê, Hol, Şedadê û Minbicê bi serketin, em ê di vê hemelya xwe de biserkevin.
 
Wê Reqa bi saya şervan û hêzên xwe ku ji kurd, ereb û turkmen pêk tê, qehremanên di bin sîwana QSD`ê de, bi beşdarbûneke aktîv ji YPG/YPJ`ê û bi awayekî kordîneyî  bi Koalîsyona Navnetewî, rizgar bibe.
 
Em bang li hêzên Navnetewî û herêmî yên ku ji terora DAIŞ`ê zerar dîtine beşdarî vê operasyonê bibin da ku di rûmeta dawîkirina navenda terora cîhanî de bibin xwedî par. Beşdarbûn jî bi riya destekdayîna lojîstikî, menewî û siyasî ji hêzên ku wê beşdarî operasyona rizgarkirinê bibin.
 
Her wiha em ji saziyên mirovahî û alîkarî dixwazin erka xwe ya mirovahî derbarê gelê me yê li Reqayê ku wê ji terora DAIŞ`ê rizgar bibe, pêk bîn in.
 
Di dawiyê de, em bang li gelê xwe yê qehreman dikin ku dûrî bargehên dijmin bikevin û ber bi herêmên ku wê bên rizgarkirin ve werin û tevlî hêzên me bibin. Ji ber ku bargehên dijmin wê bibin hedefa hêzên me û hêzên Koalîsyonê.
 
 Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)
06 Mijdar 2016

Em rêhevalê xwe Mazlum Serhed bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29 Tîrmeh 2021

Daxuyaniya di derheqê Şehîdgeha Efrînê de

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 24 Tîrmeh 2021

Salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê pîroz be

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Tîrmeh 2021

Daxuyanî di derbarê rapora NY a bi dîroka 6ê Gulanê, 2021

Nûrî Mehmûd, Berdevkê fermî ê Yekîneyên Parastina Gel | 28ê Pûşperê, 2021

Em rêheval Agirî Qamişlo bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 28 Gulan 2021

Em rêheval Xemgîn Azadî bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 19 Gulan 2021