Hêzên QSD`ê li bakur û başûrê Dişîşa pêş dikevin
- 6 Tîrmeh 2018 | Nûçe

Pêngava Bagera Cizîrê berdewam dike, hêzên QSD`ê piştî rizgarkirina bajarokê Dişîşa dest bi paqijkirina gundewarên wê dikin.
Hêzên QSD`ê ji bo rizgarkirina gundên di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de li bakur û başûrê bajrokê Dişîşa pêşve diçin.
Piştî rizgarkirina gundên Qeberta û Medîne, şer û pevçûn li derdora gundên Til Zeheb û Seraciyê yê ku dikeva bakur rojavayê bajarokê Dişîşa li ser sînorên di navbera Sûrî û Îraqê de, diqewimin. Di vê berxwedanê de hêzên QSD’ê çar çete dîl girtin.
Şervanê QSD`ê Zana yê ku ji destpêka pêngavê de li eniyên pêş cih girtibû got ku ew niha di gundê Qerbeta de ne, Zana wiha dewam kir “Me ev gund ji çeteyan rizgar kir, me çete ji vî gundî jî derxistin, niha em nêzî gundê Til Zeheb dibin.
Zana diyar kir ku çeteyan gelek mayin li van herêman çandibûn û tekez kir ku ewê ta rizgarkirina tevahiya herêmê şerê xwe dewam bikin.
Zana wiha pêde çû “tevî germahiya çolê jî hevalên me ala sarkeftinê li ser gundên rizgarkirî hildidin, kenê ku ev çend salin ji riyê zarokan hatibû revandin emê careke din diyarî wan bikin.
Welatiyên herêmê jî ji ber ku QSD`ê gundên wan rizgar kirin kêfxweşiya xwe anîn ziman, welatiyan gotin ku çeteyan bi navê Îslamê zarokên wan xapandin û dane kuştin. Her wiha diyar kirin ku ew ji demeke dûr ve li benda şervanên QSD`ê bûn û wiha gotin “hûn zarokên me ne, rizgarkirina me li ser destê zarokên me dibe, hûn hêviya me ne.
Piştî rizgarkirina Dişîşa û gundewarên wê, herêma sînor di navbera Sûrî û Îraqê de bi ewle ye û welatiyên herêmê vedigerin malên xwe û hêzên QSD`ê jî pêşketinên xwe dewan dikin.
6 Tîrmeh 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023

Em 2 şehîdên Berxwedana Serdemê hevrê Cûdî û Hûseyîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Çileya 2023

Ruhê Şehîd Xebat Em Tenê Nehîştin, Hîn Zindî Ye Û Ruhê Têkoşînê Gur Dike
Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023

Em yek ji berxwedêrê Efrînê rêheval Aras Xalid bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 18’ê Kanuna 2022
