Hêviyên Ciwan Di Temenekî Mezin, Şehîd Hogir Mihemed

  • 15 Cotmeh 2016 | Şehîd

Hevalê Hogir di sala 1952 ji malbatekî welatparêz li gundê Şoniyê yê Dirbesiyê ji dayîk bû. Şoreşgerekî azadîxwaz bû, ji salên 80'an de tevgera azadî li Rojavayê Kurdistanê naskiribû û felsefeya rêber Apo ji xwe re kiribû heqîqet, dixwest kesayeta xwe bigihîne wê xetê. Ji destpêka Şoreşa Rojava ve hevalê Hogir û sê birayên wî bi heyecanekî mezin tevlî xebatên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûn û erkên xwe li hemberî dîrokê bicih anîn.
 
Bavê heşt zarokan, hevalê Hogir ruxmê temenê xwe yê mezin bi dilekî ciwan jiyana rast û watedar da avakirin û bi xebata xwe bingehê pêşerojekî azad ji bo zarokên sibê danî. Mixabin di 12'ê Cotmehê de ew dilê ciwan ji lêdanê sekinî, hevalê Hogir jiyana xwe ji dest da û tevlî şehîdên azadiya welat bû.
 
Weke YPG, em soz didin ku em ê bibin layîqê helwest, sekn, hêvî, bawerî, armanc û bîranînên şehîd Hogir. Di kesayeta şehîd Hogir tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe li beramberê wan ditewînin.
 
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û Paşnav: Hogir Mihemed
Navê Rast: Ereb Mihemed
Navê Dayikê: Edla
Navê Bav: Şêxmus
Cihê Ji Dayikbuyînê: Dirbesiyê / 1952
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Şoniyê, Dirbesiyê / 12-10-2016 (Kirîza Dil)
 
Navenda Ragihandina YPG | 15 Cotmeh 2016