Gundiyên Aşmê bersiv dan derewên dewleta dagirker

  • 14 Berfanbar 2017 | Nûçe

 

Artêşa Tirk a dagirker li seranserî sînorê Rajavayê Kurdistan, bi tahrîkkirin û êrîşkirina hêzên YPG û YPJê dixwaze ji xwe re hincetên êrîşan ava bike. Dewleta dagirker a ku demeke ji bo rewakirina êrîşên xwe tu hincetekê nedîtiye, serî li taktîkên tahrîkkirinê dide.

 

Dewleta dagirker a ku her roj di dezgeyên çapemeniya xwe de di derbarê Efrînê de derewan dike û bi vî awayî dixwaze êrîşên xwe rewa bike, vê carê bi heman şêwazan Kantona Kobanê ji xwe re kir hedef.

 

Di 3 rojên dawî de li ser sînorê Kobanê, li herêma gundê Aşme ya ku dewleta dagirker tê de mewzî û paygehan ava kiriye, di nav şervanên YPG - YPJê û artêşa dagirker de pevçûn qewimîn. Di dîroka 12ê Qanûnê di saetên şev, leşkerên artêşa dagirker bêyî ku sedemek hebe êrîşî sengerên şervanên YPG û YPJê kirin, li vir hevalekî me brîndar bû. Roja piştî wê di saet 10an de yekîneyek artêşa dagirker xwestin sînor îhlal bikin û beşek ji xaka gundê Aşmê dagir bikin. Li vir bi armanca destwerdana dagirkeriya artêşa Tirk û tolhildana hevalê me yê brîndar bersivek hişk hate dayîn. Di encama pevçûna germ a ku nêzî saetek berdewam kir de herî kêm 3 leşker hatin kuştin, hejmarek ne diyar brîndar bûn û seyareyeke leşkeran hate şewitandin. Di encam de leşker neçar man ku paş de vekişin.

 

Lê dezgeyên çapemeniya Tirk careke din xwestin vê rastiyê berovajî bikin û gotin ku “YPG êrîşî leşkeran dike”. Dewleta dagirker weke ku di demên dawî de dixwaze bi rêya medyayê êrîşên xwe yên li ser Efrînê rewa bike, vê carê dixwaze heman rêbazan li Kobanê bikarbîne.

 

Lê rastî ew e ku, leşkerên Tirk yên ku dixwestin zêdegavî bikin û Aşmê dagir bikin rastî bersiveke hişk hatin. Gundiyên Aşmê bixwe, di çarçoveya Parastina Rewa de, di çeperên şer de li kêleka şervanan parastina axa xwe kirin û derb li dijmin dan.

 

Gundiyên Aşmê pevçûnên li herêmê wiha tînin ziman;

 

 

Navenda Ragiihandin û Çapemeniya YPG | 14 Berfanbar 2017