Gelê Kobanê ji bo Efrînê daketin qadan

  • 21 Çile 2018 | Dîmen

Piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer li ser Efrîn û herêmên girêdayî wê serî de gelên Rojava û tevahî Kurdistaniyan li gelek qadan rabûn ser piyan û hêrsên xwe li hember dijmin bi yek dengî bang kirin.

 
Gelê Kobanê jî ku warê berxwedanê ye û gelê berxwedêre bi heman rengî tevî hewaya sar jî daketin qadan û bang kirin: Berxwedan! Berxwedan! Berxwedan!