Fermandariya Minbicê têkildarî bûyera êşkenceyê daxuyanî da

  • 16 Adar 2017 | Nûçe

Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundên wê diyar kir ku komek endamên ku li ser tabûrên Şemis El-Şemal têne hesabkirin û destê wan di êşkenceya endamekî DAIŞʹ de hebû dewrî dadgeha leşkerî ya teybat kirin. Fermadnariyê destnîşan kir ku hêzên wan li gorî yasayên şer û têkiliya bi dîlên şer re tevidigerin.
 
Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundê wê derbarê dîmeneke ku li ser malperên civakî hate weşandin û diyar dike ku komekê dîlekî DAIŞʹê êşkence dikirin, daxuyanî da.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Li ser hîn malperên torên civakî dîmenek hatibû weşandin. Di wê dîmenî de diyar dibe ku komeke ku li ser tabûrên Şems El-Şemal in, endamekî DAIŞʹê dema dixwest ku mayînan li ser rê biçîne girtine û êşkence dikin. Endamê komên çete yê ku behsa mijarê ye beriya niha jî li ser rêyên gundên El-Hecer, Til Codan û hin gundên herêmên nêzî wê mayîn çandine û di encama teqîna wan mayînan de 9 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jiyana xwe ji dest dane. Ji hêrsa vê kiryarê endamên Şems El-Şemal wî kesî êşkence dikin.
 
 
Em wekî Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundên wê, ji ber ku em li gorî yasayên şer û nêzîkatiya bi dîlên şer re tevdigerin, em wê kiryara ku ne li gorî exlaqên me yên leşkerî ne şermezar dikin. Em ji raya giştî re jî tekez dikin ku koma behsa mijarê dê sewqî dadgeha leşkerî ya teybet a bajarê Minbicê werin kirin.ʺ