Fermandariya Giştî: Hêzên me ji Minbicê vekişiyan û beşdarê hemleya Reqqayê dibin

  • 16 Mijdar 2016 | Daxuyanî

Ji Çapemenî û Raya Giştî re:
 
Hêzên me bi destekdayîna Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û alîkariya Koalîsyona Navnetewî, di 15’ê Tebaxa 2016’an de bajar, gundewar û tevahî gelên Minbicê ji zordestiya DAIŞ’ê rizgar kirin.
 
Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê, yekîneyên me bi alîkariya Koalîsyone Navnetwî, hêzên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê perwerde kirin. Niha ev hêz bûne xwedî saziyên leşkerî û ewlekariyê û dikarin gelên Minbicê ji hemu xeteriyên li ser bajar biparzên.
 
Piştî ku hêzên me yên li bajarê Minbicê rola xwe di rizgarkirina bajar û sivîlan de gihandin dawî, em îro radighînin ku hêzên me ji Minbic vekişiyan rojhilatê çemê Firatê, da ku tevlî hemleya rizgarkirina bajarê Reqqa “Xezeba Firatê” ya ku hatiye îlankirin bibin. Em bawer in ku hêzên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikarin bi erka xwe ya parastina Minbicê rabin.
 
Di heman demê de em spasiya gelên Minbic ên qehreman bi hemû pêkhateyên wê yên hembêza xwe ji şervanên me re vekirin dikin. Di heman demê de, eger pêwîstî hebe, em hazirin li ser banga gelên Minbicê herin herêmê û wan ji xeteriyê biparêzin.
 
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG)
16 Mijdar 2016