Fermandar Xebat Dêrik li Kobanê hat bîranîn

  • 15 Çile 2018 | Nûçe

Bi boneya salvegera 6‘an a şehadeta damezrînerê YPG‘ê Fermandar Xebat Dêrik şervanên YPJ û YPG‘ê bi merasîmeke leşkerî li Kobane û gelek qadên din  hat lidarxistin.

 

Fermandar Şehîd Xebat Dêrik li Kobanê bi merasîmeke leşkerî hat bîranîn. Bi tevlîbûna bi sedan şervanên YPG-YPJ, Asayîş û Erka Xweparastinê û bi sedan şêniyên Kobanê jî li tev vê merasimê bûn.

 

“Xayîn Bi Serneketîn”

 

Di merasîmê de li ser navê Fermandariya YPG-YPJ’ê Kurdistan Serêkaniyê axivî.  Fermandar Serêkaniyê serî de şexsê Şehît Xebat de tevahî şehîdên şoreşê bibîranî û axaftina xwe wiha domand: “Dijminên Kurd careke din xwestin ku çarenûsa Kurdan a Rojavayê Kurdistanê binivisînin li ser vê Şehîd Xebat di wekî fermandarekî, wekî lehengekî  Kurd û welatparêzekî ji dil berê xwe da Rojavayê Kurdistanê dest bi xebatê şoreşgerî kir”.

 

Serêkaniyê, bal kişand ser Kurdên xayin yên ku namus û şerefa xwe bi îqtîdarê re pêşkêş kirine û tenê bi maddîyatê re girêdayî ne bi şehîd xistina Fermandar Şehîd Xebat Dêrik re xwestin pêşiya vîna Apoyî di kesayeta Şehîd Xebat de bibin asteng. Bêguman ev artêşa ku Şehîd Xebat avakiriye îro ne tenê Rojava tevahî Suriyê dihejîne” got.

 

Here dawîye Fermandar Kurdîstan Serêkaniyê, axaftinA xwe bi Vî aWayi bi dawî kîr: “Weke şervanên Şehîd Xebat em û gelê xwe ji bo xurtkirin û serxistina vê xetê wê bersiva herî rast be û em rojên bi vî rengî dikin rojên tolhildanê.”