Fermandar Rustem Li Kantona Efrînê Li Goristana Şehid Refîq Hat Bibîranîn

  • 12 Adar 2017 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

Fermandarê YPG Rustem El-Ekrad di yekemîn salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn. Fermandar Ekrad ku li hember êrîşên komên çeteyên Cephet El-Nusra û Ehrar El-Şam di meha Adarê li gundê Eyn Deqna ya girêdayê herêma Şehba ku di berxwedana şerekê dijwar bi berxwedaniya bê sînor de ku gihiştibu şahadetê, iro di salvgera şehadeta xwe de li Kantona Efrinê u li goristana Şehid Refîq hat bibîranîn.

 

 

Fermandarê YPG Rustem Ekrad îro bi torenekî leşkerî ya bi heybet li ser gora xwe hat bibîranîn û soza şopandina wî hat dubarekirin. Ji bo şopandina rêka Fermandarê YPG’ê Rustem Ekrad ji aliyê fermandarên YPG û yê Cephet-El Ekrad ve axaftinên girîng hatin kirin. Fermandar Harûn Doz axivî û wiha got; “Fermandar Rustem ji bo parastina gelê Efrîn û yê heremê her tim li hember dagirkeriyê tekoşîna bê hempa da meşandin û ji me re rêka azadiyê ronî kir.”

 

 

 Disa ji aliyê Fermandarê Cephet –El Ekrad Ebu Xalid ve wiha hate berdewam kirin. Em wek YPG û YPJ carek din soz didin gelê xwe ji bo mêratêya Fermandar Rustem emê girêdayê rêka wî ya berxwedanê bibin.

 

 

 

Torenê leşkerî bi nav gitinan bi dawî bu.

 

Navenda Ragihandina YPG | 12 Adar 2017