Fermandar Fazil Bû Yek Ji Parêzvan Û Damezrînerên YPG’ê
- Fermandariya Giştî ya YPG | 30 Adar 2023 | Daxuyanî

Ji Gelê me û Raya Giştî re!
Em fermandarê netewî û efsanewî fermandar Fazil Botan bi rêzdarî û rûmeteke mezin bibîrtînin û bejna xwe li hember tevahî şehîdên şoreşê ditewînin. Wek Yekîneyên Parastina Gel YPG di serî de ji malbata hêja ya fermandar Fazil re, em sersaxiyê ji gelê Botanê re, ji gelê Rojava û tevahî gelê Kurdistanê re dixwazin. Weke şervanên YPG’ê ku bi saya danehev, fedekarî û keda giranbiha ya fermandarên mîna Diyar Bagok, Gelhat Botan, Nalîn Mûş, Gulan Batman û fermandar Fazil Botan gihan van rojan, em soz didin tevahî şehîdên şoreşê ku heya avakirina siberojên azad û mayînde wê ala tekoşîn û berxwedana wan her li asîmanê welatê me li ba be.
Fermandarê mezin rêheval Fazil ji Botanê heta bi Zagros, Zap, Asos û Rojava, li çar aliyên Kurdistanê bê hesap têkoşiya û fermandariya cengên giran da ser milê xwe. Piştî serpêhatiyeke giranbiha ya lehengiyê di sala 2015’an de, di encama qezayeke bêbext de giran birîndar bû û ji bo dermankirinê derbasî derveyî welat bû. Mixabin ku birîndariya fermandar fazil her çû girantir bû û di encamê de di 22 Hezîrana 2022’an de tevlê karwanên şehîdên Kurdistanê bû.
Keç û xortên herî bedew ên herêma Botanê ji destpêka tekoşîna azadiya Kurdistanê bi awayek aktîf û bi dilwêrekiyeke mezin cihê xwe di nava refên têkoşînê de girtin. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re ciwanên welatparêz ên Botanê û bi sedan ciwanên Bakurê Kurdistanê ji bo parastina şoreşê û xurtkirina yekîtiya netewî tevlî refên YPG’ê bûn û bi awayekî aktîf rola xwe leyîstin. Li gel vê Tevgera Azadiya Kurdistanê û gerilayên wê bi taybet di şerê me yê li dijî DAIŞ’ê de hem di aliyê şervanan de, hem jî di aliyê rêvebirinê de piştgiriyeke mezin dan şoreşê û fedekariyeke bêhempa raber kirin. Bi vî awayî tecrûbeyên mezin bi hêza me ya parastinê dan qezenc kirin.
Fermandarê Netewî rêheval Fazil yek ji wan fermandaran bû ku di demên herî zor û kirîtîk ên şoreşê de berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Ji pêngava Til Hemîs û Til Birak bigre hetta şerê Til Temir û Hesekê, her wiha li bajarê Serêkaniyê li beramberî êrîşa mezin a DAIŞ’ê bi xwînsarî û hesasiyeteke bilind şervanên YPG-YPJ’ê kordîne kir, bi tarz û taktîkên xuluqkar û bi dilwêrekiyeke mezin tevahî êrîşên DAIŞ’ê têk bir. Heger di wan salên dijwar de rêxistina çete ya DAIŞ’ê encama ku dixwest negirtibe, ev bi saya keda rêheval û fermandarên hêja yên mîna fermandar Fazil bû. Yekîneyên Parastina Gel YPG li ser vê mîrateya giranbiha xwe avakir û karî gelê Rojava, tevahî gelê herêmê ji pergala tarî ya qirker û tecawîzkar a DAIŞ’ê rizgar bike.
Di pêvajoya ku fermandar Fazil li qada Rêbertî, li Rojava ma, ji nêz ve bi şervanên YPG’ê re eleqeder bû. Ji avakirina şervanan bigre heta rêvebirina şerên giran, di hemû kêliyên jiyanê de li gel şervanên xwe bû. Rêheval Fazil bi şêwazê jiyana xwe ya dilnizim, fedekar û bê hesab, di heman demê de bi şêwazê şerê ku rast fermandarî jêre dike û qezenç dike, bû yek ji parêzvan û damezrînerên YPG’ê.
Wek fermandariya Yekîneyên Parastina Gel YPG di serî de rêheval Fazil, em cardin tevahî şehîdên şoreşê bibîrtînin û soza xwe ya serkeftinê nû dikin. Em ti carî ked û fedekariya yek hevrêyên xwe yên şehîd ji bîr nakin. Emê tekoşîna rêheval Fazil wek tekoşîna xwe bizanibin û li ser şopa wî dawî li qirkirin û dagirkeriyê bînin.
Fermandariya Giştî ya YPG | 30 Adar 2023

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
