Felsefe pirs e, Rojava jî pirsên girîng dike

  • 23 Îlon 2017 | Dîmen

Şervanê YPG'ê yê Amerîkî Rodî Xwendekar, ku li welatê xwe xwendekarê felsefeyê bû, destnîşan kir, ku Şoreşa Rojava pirsên girîng dike û bersivên cazîb dide tevahiya cîhanê.
 
Şervan Rodî Xwendekar dibêje, ku ew beriya niha bi 2 mehan ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîka hatiye Rojava û wiha dewam dike: "Ez Amerîkî me. Beriya ez bêm vê derê, ez Xwendekar bûm û min li ser fîlozofiyê dixwend. Ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava ez hatim vê derê. Felsefe pêwendiya xwe bi pirsan heye û Şoreşa Rojava jî pirsên girîng dike. Ji bo tevahiya cîhanê jî bersivên cazîb dide."
 
Rodî Xwendekar dibêje, "Li vê derê, mehekê beşdarî perwerdeya ziman, îdeolojîk û xweparastinê ya li akademiyekê bûm. Û niha tevî hevalên xwe, li Reqayê me."