Endamê ragihandina me Elîşêr Serhed li Efrînê birîndar bû

  • 10 Sibat 2018 | Nûçe

Endamê navenda ragihandina me ya Kantona Efrînê Elîşêr Serhed di şopandina Berxwedana Serdemê ya Efrînê de birîndar bû.

 

Hevalê me Elîşêr Serhed dema ku li eniya Cindirêsê hewil da êrişên dagirkirina li ser Kantona Efrîn û Bakûrê Suriyê ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî dişopand, birîndar bû. Elîşêr Serhed ku bi wêne û dîmenên xwe him êrişên artêşa dagirker ya faşîst a dewleta Tirk yên li ser sivîlan û him jî li beramber van êrişan berxwedanî û çalakiyên şervanan di çeperên herî pêş de dişopand û bi raya giştî re parve dikir, îro li eniya Cindirêsê di encama şer û pevçûneke dijwar de birîndar bû.

 

Niha rewşa hevalê me baş e û tu xeteriyeke jiyanî nîn e.

 

Navenda Ragihandina YPG | 10 Sibat 2018