Encama şer û berxwedana YPG’ê ya mehên Sibat û Adarê

  • 5 Nîsan 2019 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di çarçoveya têkoşîna hêzên me ya bi armanca têkbirina rêxistina terorî DAIŞ’ê li Rojava û Bakurê Sûriyê de di dîroka 21’ê Adarê de gundê Baxozê ku axa dawî ya DAIŞ’ê li vê herêmê bû hat rizgarkirin û di dîroka 23’ê Adarê de bi daxuyaniyeke giştî ji raya giştî re hat parvekirin ku hebûna rêxistina terorî ya DAIŞ’ê li vê herêmê bi temamî xelas bûye. Lê operasyonên li dijî DAIŞ û komên cûr bi cûr yên terorî ku li vê herêmê wek şaneyên veşartî xwe rêxistin kirine berdewam dikin. Di çarçoveya van operasyonan de Yekîneyên Antî-Teror û Tîmên Operasyonên Taybet ku di bin sîwana YPG’ê de ne li dijî rêxistinên terorî operasyonên taybet lidar dixin. Di dirêjahiya mehên Sibat û Adarê de jî li herêmê serî de li dijî DAIŞ û komên terorîst yên têkiliyên xwe MIT’a dewleta Tirkiyê re heye gelek operasyon hatin lidar xistin. Di encama operasyonên ku hatin lidar xistin de hewildanên êrîşên terorî hatin astengkirin û derbên giran ji şaneyên veşartî dan. Her wiha bi vê ve girêdayî têkoşîna ku li dijî terorîzmê tê meşandin bi xwe re encamên girîng derxistiye holê.

 

Di dirêjahiya mehên Sibat û Adarê de Yekîneyên Antî Teror (Y.A.T.) û Tîmên Operasyonên Taybet li dijî şaneyên veşartî yên herêmê de 152 operasyon lidar xistin. Di vê çarçoveyê de;

 

Çalakî: 18

Êrîşên ku hat astengkirin: 3

Hejmara terorîstên hatin girtin: 1554

Hejmara terorîstên di operasyonan de hatin kuştin: 23 (1 serçete)

- Sivîlekî Êzidî yê ji alî DAIŞ’ê hatibû dîl girtin hat rizgarkirin.

 

Di encama operasyonan de cebilxaneya ku hatiye bidest xistin:

 

Demançe: 12 ( Ji van 2 demançe yê bê deng in) û 1 qarton fîşekên demançe yê 9 mm

Kaleşnîkof: 2

Carcûrê kaleşnîkofê: 7

Fîşekê kaleşnîkofê: 3

RPK: 1

Dûrbîna şevê: 1

Bombeyê destan: 2

Fîşekê AKC: 30

Mayin: 9

 

2. Di dirêjahiya mehên Sibat û Adarê de di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ya li dijî terorîstên DAIŞ’ê li gundê Baxoza Dêrazorê dihat meşandin de 1 jê şervana me YPJ’ê bi giştî 16 şervanên me bi lehengî şer kirin û şehîd ketin. Her wiha 5 şervanên me jî di cihên cûda de di encama qezayan de gihîştin şehadetê.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 5’ê Nisanê 2019