Encamên şer û berxwedana meha Tebaxê ya YPG û YPJ li Rojava û Bakûrê Sûriyê

  • 3 Îlon 2018 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di meha Tebaxê de, li seranserê Rojava û û Bakûrê Sûriyê hêzên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin li her cîh û demê pêwîst bi erka xwe ya parastina xak, gelê herêmê û destkeftiyên şoreşê rabûne û berpirsiyartiyên xwe bicîh anîne. Herwiha hêzên me YPG û YPJ li hember dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker di asteke çalak û bibandor de çalakiyên xwe domandine. Li gor vê, encamên şer û berxwedana meha Tebaxê wiha ye;

 

1. Hêzên me li hember dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê 18 çalakiyên cûr be cûr pêk anîn. Di encama çalakiyên sabotej, sekvanî, serdegirtin û kêmînan de;

 

- 57 çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin ( Ji van 7 leşker, 2 serçete ne)

- 40 çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker brîndar bûn

- Di van çalakiyan de 5 AK-47, 2 tabanca û hin belgeyên leşkerî hatin bidestxistin

- 4 seyareyên leşkerî û 3 motosîklet hatin rûxandin, 2 seyareyên leşkerî jî hatin derbkirin.

- Encama çalakiyekê nehate diyarkirin

 

2. Artêşa Tirk a dagirker 4 caran li herêma Efrînê operasyonên berfireh bi tevlîbûna bi hezaran çete û balafirên bê mirov lidar xist. Hemû operasyon di demên kurt de bê encam paşve kişiyan.

 

3. Artêşa Tirk a dagirker 2 caran sînorê Rojava îhlalkir û li herêma Serêkaniyê rasterast sîvîlan hedef girt. Di encama herdû êrîşên artêşa dagirker de 2 sîvîl brîndar bûn. Hêzên me yekser bi heman awayî bersiv dan êrîşan.

 

4. Di nav mehê de 2 rêhevalên me di encama berxwedana li dijî dagirkeriya li Efrînê, 4 rêhevalên me di encama nexweşî û qezayan de, bi giştî 6 rêhevalên me gihîştin şehadetê.

 

Weke hêzên YPG û YPJ, di serî de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirkerû  li dijî ew kesên ku li hember destkeftiyên me yên şoreşê yên ku bi berdêlên mezin hatine bidestxistin di nav êrîşê de ne, wê têkoşîn û çalakiyên me yên bi bandor bidome.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 3 Îlon 2018

Li operasyona YATê ya 19ê Mijdarê 4 kes hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Mijdar 2020

Li Hesekê 4 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Cotmeh 2020

Li herêma Dêrazorê 19 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 12 Cotmeh 2020

Em rêhevalê xwe Agir Kobanê bi rêzdarî bibîr tînîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Îlon 2020

Salvegera damezrandina Radyo Rojava û Kovara Parêzvanên Rojava pîroz be!

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Îlon 2020

Em rêhevalên xwe Çiya Efrîn û Diyar Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG’ê | 31 Tebax 2020

Peyama Sersaxiyê

Fermandariya Giştî ya YPG | 21 Tîrmeh 2020

Ji çapemenî û raya giştî re

Fermandariya Giştî ya YPG ­­|19 Tîrmeh 2020

Em hevrê Şahîn Amed rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 15 Tîrmeh 2020