Encamên Şer û Berxwedana Mehên Nîsan û Gulanê
- 6 Pûşper 2019 | Daxuyanî

Encamên Şer û Berxwedana Mehên Nîsan û Gulanê
Hêzên me di mehên Nîsan û Gulanê de operasyonên xwe yên ewlehî yên di serî de DAIŞ, li hember hejmarek pêkhateyên ku di nav de şaneyên veşartî yên MITê jî hene û ku navgîna aştî û sukûneta li Rojavayê Kurdistan û herêmên bakûrê Sûriyê hedef digirtin li dar xistin. Di vê çarçoveyê de Yekîneyên Antî-Teror û Tîmên Operasyonê yên Taybet li hember van pêkhateyên navborî gelek operasyon li dar xistin. Hûrgiliyên di derheqê van operasyonan de wiha ne;
Çeteyên ku hatin kuştin: 10
Hejmara Çalakiyan: 12
Hejmara Operasyonan: 71
Çeteyên ku hatin desteserkirin: 377
Cebilxaneya ku hate desteserkirin: 5 çekên cûr bi cûr, 105 mayin, 1 motorsîkleta bombebarkirî, 1 seyareya bombebarkirî, 1 tabanca, telefon, hîn dokumanên rêxistinî û 10 mayinên aîdî rejîma Sûrî û MITa Tirk.
Encamêm operasyon û çalakiyên ku ji alî YAT û Tîmên Operayonên Taybet li hember MIT û komên di bin venêrîna wê de hatine lidar xistin wiha ne;
Çalakiyên li hember MIT: 4 çalakî li hember MIT û çeteyên Mertala Feradê yên di bin venêrîna wê de hatin li dar xistin. Di encama çalakiyan de 2 endamên MITê û 8 çeteyên Mertala Feradê hatin kuştin, 2 endamên MITê û 8 çeteyên Mertala Feradê hatin brîndarkirin.
Hewldanên êrîşên MITê yên ku hatin astengkirin: 6 hewldanên êrîşê yên MIT û komên girêdayî wê ku di nav de êrîşên bombeyî û yên sûîkast jî hebûn ji alî hêzên me ve hatin astengkirin.
Di nav du mehan de hevalek me şehîd ket.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 6 Pûşper 2019

Operasyonên taybet yên hêzên me derbên giran li çeteyan da
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 11 Îlonê 2019

Em rêhevalê xwe Bedran Siverek bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 4 Îlon 2019

Şaneya di amadekariya êrîşê de hate bê bandorkirin
Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG | 12 Tebax 2019

Li Şedadê li hember şaneyên DAIŞê operasyonek berfireh
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 6 Tebax 2019

Em rêhevalê xwe Serbest Partîzan bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 25 Tîrmeh 2019

Em 12 rêhevalên xwe yê di sala 2014-2015 gîhiştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin!
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 8 Tîrmeh 2019
