Emilie Konig: “Lêpirsîna li vir wekî yê welatê min e”

  • 8 Çile 2018 | Nûçe

 

DAIŞî ya Frensî a jin Emilie Konig di derbarê îddîa û nûçeyên di derheqê xwe de axivî.

 

Ev demeke di ragihandina Fransa de di derbarê jina DAIŞî ya Frensî Emilie Konig de nûçe û îddîayên ku îşkence dibîne tên weşandin. Konig di derbarê van nûçe û agahiyan de axivî û bersiv da îddiayên di derbarê xwe de.

 

 

Konig di axaftina xwe de anî ziman ku dema ew li bajaroka Holê, li kampa penaberan dima, hemû pêwistiyên wê yên jiyanî û herwiha xwarin-vexwarin û her wekî din hatine pêşwazîkirin û wiha berdewam kir: “Min ji hin jinan dibihîst ku li vir zilm, lêdan û her tişt heye. Dema ez li Kampa Holê bûm di lêpirsîna min ya destpêkê de tenê pirs ji min hatin kirin û wêneyên min kişandin. Ev lêpirsîn bi giştî saetek an du saet dirêj kir. Piştî wê em derbasî nava konan bûn û me ne îşkence û ne jî zilm li kampê nedît. Piştî wê ez derbasî kampekî din bûm. Ez pir ditirsiyam. Beriya ku em herin kampa nû ez bi dayîka xwe re axivîm. Min telefona jinekî li bazara Holê bû jê xwest. Min jê re got ez ditirsim, min bihîstiye ku li gel YPG lêdan û zilm heye. Lê min tiştekî bi vî awayî nedît. Min her roj li vir xwarin, çay, qehwe, şîr û hefada zarokan peyda dikir. Di lêpirsînê de jî tu pirsgirêk derneket. Lêpirsîn asayî bû, wekî lêpirsîna asayîşa li welatê min e. Hinek zehmet e, lê pirs û bersiv e, her tişt asayî ye.”

 

 

Emilie Konig di 1984an de li Fransayê jidayîk bûye. Bavê wê li Fransayê di artêşê de cih digire. Hevjînê wê yê ewil, ji ber qeçaxçîtiya hişbirê tê girtin. Bi rêya înternetê kesekî din nas dike û bi armanca hatina Sûriyê, pê re dizewice. Ji Stenbolê hatina xwe ya Kîlîsê vedibêje ku herî dawî di deriyê Bab El Selamê re derbasî Ezazê dibe.

 

Li gorî ku ew îddîa dike bi rêya înternetê DAIŞ nas dike û perwerdeya bîrdozî û leşkerî dibîne. Di sala 2013an de bi rêya Ebû Mehemed El Îndonesî yê eslê xwe Mexrîbî tevlî DAÎŞê dibe. Li vê derê Erebî fêr dibe û navê xwe dike Semra. Emilie ya ku di nav DAIŞ de 3 caran tê zewicandin, li ser torên civakî di hin vîdeoyên ku belav dikir de propagandaya DAIŞê dike û banga cîhadê û tevlîbûna nav DAÎŞê dike.

 

Konig di 12ê Berfanbara 2017an de li ser agahiyên îstîxbaratî bi operasyoneke ji aliyê Yekîneyên Antî-Teror yên YPGê ve tê girtin. Konig yek ji kesên ku di hemû welatên cîhanê de daxwaza girtina wê tê kirin e.

 

Axaftinên Emilie Konig bi zimanê Frensî:

 

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 8 Çile 2018