Em salvegera 11emîn a şehadeta pêşeng û mîmarê şoreşa me fermandar şehîd Xebat Dêrik bi rêzdarî bi bîr tînin
- Fermandariya Giştî ya YPG | 13ê Çileya 2022 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re
Em di serî de salvegera 11emîn a şehadeta pêşeng û fermandarê me şehîd Xebat Dêrik bi rêz û bi minetdarî bi bîr tînin.
Ji destpêka mirovahiyê heta roja me ya îro di her avakirina welatekî ango destpêkirina şoreşekê de di nav wî gelî de mirovên xwedî cesaret, bi zane û xwedî taybetmendiyên pêşengê pê re ne, derdikevin. Ji bo şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî mirovên heman xwedî van taybetmendiyan e derketin li ser dikê û çarenûsa gelê xwe guhertin. Yek ji wan pêşenga şoreşa me Şehîd Xebat Dêrik e.
Di salên dûr û dirêj de ku tovên jiyaneke azad li vê derê hatibûn avêtin, sala 2011an de şîn bû, mezin bû û belavê tevahî dinyayê kir. Bi pêşengiya şehîd Xebat gel hat rêxistinkirin, deskeftiyên şoreşê çawa were parastin hat perwerdekirin. Eger şoreşekê biserkeve pêwîst e bingehên wî saxlem bibin. Şehîd Xebat bingehekê saxlem avêt. Bi taybet gelê Kurd ku bi hezaran salan e ji derveyê xwe ji herkesî re leşkertî dikir, vê carê tenê ji bo xwe leşkertî bike, li ser esasê parastina cewherî artêşek ji yekîneyan hat avakirin. Gelê herêmê ku ji Kurd, Ereb, Suryan û ji pêkhateyên cûr bi cûr pêk tê, anîn gel hev. Îro avabûyîna pergala demokratîk a gelan îspata wê ye. Şervanên Şehîd Xebat ku ji hemû pêkhateyan bûn di heman çeperan de mil bi mil bûn. Ev hişt ku berxwedaniya me biserkeve. Bi saya bi hezaran heval û hogirên me yên ku bi fedakarî, bi ked û xebatên xwe gihandin astekê û di demên herî zehmet de xwe kirin mertal li hember dagirkeriyê canê xwe feda kirin. Mîrateya ku şehîd Xebat û hemû şehîdên me ji me re hiştine bi qasî dehan şoreş çêbibe ye.
Şoreş, encax şexsiyetên bi xwedî qaraqterên mezin pêk tên. Şehîd Xebat xwedî qaraqterekî mezin bû. Ew tecrûbeyên bi salan, bûbû qarakterek. Coş û kelecana wî, fedakariya wî, sekna wî ya qet ranaweste di demekî kurt de avêtina gavên mezin de diyarker bû. Di demeke kurt de bingeha damezrandina YPG amadekirin nîşaneya vê ye. Fermandar Xebat bi damezrandina Yekîneyên Parastina Gel gavekî dîrokî avêt. Heval Xebat ku di sekna xwe ya fermandartiyê de şêwaza fedayane afirandibû, ev bû wesîleya pêşxistina şervantiya bi dîsîplîn li dij her cûre paşverûtiya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn de bê pejirandin. Ew î ku di şer de tecrûbeyên bi salan di xwe de pêşxistibû bi avakirina YPGê re daîmî kir.
Em wekî Fermandariya Giştî li ser tevahî hêza me ya YPG, di şexsê Şehîd Xebat Dêrik ku 14ê Çileya 2012an gihîşt şehadetê û fedakariya deh hezar şehîdên me, îro li Rojava û Bakur û Rohilatê Sûriyê deskeftiyên bi dest xistine biparêzin. Cardin soza xwe dubare dikin ku emê mîrateyên şehîdên xwe xwedî derkevin û em hemû şehîdên xwe bi minet bibîr tînin.
Fermandariya Giştî ya YPG | 13ê Çileya 2022

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
