Em salvegera şehadeta hevrê û endama me Arîn Cudî bi rêzdarî bibîr tînin
- 31 Çile 2019 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!
Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve gav bi gav şer û pevçûnên dijwar di navbera hêza YPG/YPJ û komên çeteyan ku dixwestin xaka Rojava-Bakurê Sûriyê dagir bikin geştir dibû. Bê guman ji bo ku hêz û berxwedaniya şervanên YPG/YPJ’ê ku li hember van çeteyan ber xwe didan diviyabû tevahî cîhan jê agahdar be. Ji ber ku dîroka ku ji aliyê dagirkeran ve hatibû winda kirin ji nûve xwe zindî dikir. Lewma li kêleka şer û pevçûnên dijwar û berxwedaniyên bê hempa kar û xebatê ragihandin û çapemeniyê jî hate sazkirin. Diviyabû tevahî raya giştî berxwedaniyên şervanan nas bike û bizanibin ku şervanên me di rastiya xwe de tevahî mirovahiyê diparêze.
Heval Arîn Cûdî jî di sala 2013’an de tevlî nav refên şoreşê dibe. Bi ruhê xwe yê ciwantî ve beşdariya xwe nava şoreşê çêdike. Bi awayekî çalak cihê xwe di gelek şer û pevçûnên dijwar de digre. Şahidiya gelek bûyerên dîrokî dike û hevalên xwe dispêrê axa pîroz. Piştî ezmûnekî mezin ya şer di sala 2014’an de derbasî nava xebatên Ragihandina YPG’ê dibe. Her çendin dizanîbû wê gelek zehmetiyan ve rû bi rû bimînê jî, dizanîbû ku ev erk erkekî dîrokî û ya serfiraziyê ye. Zanabûna ku ji hevalên kêleka xwe girtî ve xebatekî biçûk jî be dixwest ew jî wêne û dîmenên şervana bigihînê tevahî cîhanê.
Ji sala 2014’an ve di tevahî şer û pevçûnên di navbera şervanên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ’ê de qewimî de bi awayekî çalak dîmen û wêneyê şervanan radigihand ji raya giştî re. Ji şerên Rebîa, Cezaa, Şengal, Til Hemîs û Hol di tevahî pêngavên dîrokî de xwest rûyê tarî yên çeteyan û berxwedaniyên bê hempa yê şervanan bi dîmen û wêneyan ve bixe nava rûpelên dîrokê de. Di her pêngavekî de him şervan him jî wekî rojnamevanekê cihê xwe girt û bê tirs xizmetî şoreş ango dîroka Kurdistaniyan kir. Bi sekna xwe ya jina Kurd ve xwest bibe mînak. Li ser şopa Zinar, Mazlum, Keder û Agirî de ew jî bibe yek ji nivîskara dîrokê. Di her wêneyekî de, di her dîmenekî de xwest hemû hestên şervanan jî biteyisînê. Di cewher de oxira vê yekê de her tişt dabû ber çavên xwe.
Em rêheval û endama ragihandina me Heval Arîn ya ku berxwedaniya şervanên me yê pêngava rizgarkirina Holê dimeşînê rastî mayinekî tê û di encama teqîna mayinê de di 31’ê Çileya 2016’an de digihêje asta şehadetê, bi rêzdarî bibîr tînin. Bi şehadetê xwe ve mîrateya şopîneriya rêya heqîqetê cardin zindî kir û navê xwe xist nava rûpelên dîrokê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 31’ê Çileya 2019

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
