Em rêhevalên xwe yên ku li Serêkaniyê, Cezaa û Rabîa gihîştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin

  • 7 Îlon 2018 | Şehîd

Ji Gelê me û raya giştî re!

 

Di pêvajoya şerê herî mezin a Şoreşa Rojava ya sala 2014’an,  ji bo şervanên me yên YPG/YPJ’ê bûye demê herî şerê dijwar ê derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê daye. Li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên dagirkirina Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyeyê dikir armanc, bi berxwedanekî bi heybet ev pêvajo derbas kiriye. Yekîneyên me yên YPG/YPJ’ê bi derbên giran ên li DAIŞ’ê dayî û taktîkên nûjen biryardarya xwe ya têkoşînê raber kiriye.  Di êrîşa 15’ê Îlonê 2014’an a ji sê aliyan ve ya li ser Kobanê dîsa deverên Serêkaniyê, Cezaa û Rabîa jî çeteyan kirin hedef. Armanca van êrîşan dagirkirina hemû herêmê bû, êrîşkirina ji her alî ve lewazkirina hêzên berxwedêr bû. Lê belê di serî de berxwedana Kobanê jî di nav de di encama gelek têkoşînên li van qadan de çeteyên DAIŞ’ê têk çûn, bi çalakiyên bi bandor ên hatin kirin kir ku çete bê ku bigihijin armancên xwe têk biçin. Di van çalakiyên bi heybet de bi dehan şervanên me heta dawî bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn.

 

Di berxwedana Îlona 2014’an de di berxwedana li Serêkaniyê, Cezaa û Rabîa yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de 8 şervanên me bi hemû biryardarî û lehengî şerkirin û şehîd bûn. Ji ber şerê dijwar heta niha nezelalbûna nasnameyên van şervanan di serî de ji bo gelê xwe û raya giştî eşkere dikin.

 

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

 

Nasnav: Andok Dildar

Nav û Paşnav: Hûseyîn Sukuç

Navê Dayikê: Safya

Navê Bav: Mehmud

Cihê Ji Dayikbûnê: Şirnex

Cih û Dîroka Şehadetê: Rabîa / 23’ê Îlonê 2014’an

 

 

Nasnav: Bager Cizre

Nav û Paşnav: Savaş Kutlu

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Mehmet

Cihê Ji Dayikbûnê: Şirnex

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka / 22’ê Îlonê 2014’an

 

 

Nasnav: Berxwedan Botan

Nav û Paşnav: Mehmed Celepkala

Navê Dayikê: Reyhan

Navê Bav: Yusif

Cihê Ji Dayikbûnê: Sêrt

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Qureyş / 27’ê Îlonê 2014’an

 

 

Nasnav: Binevş Botan

Nav û Paşnav: Medîne Gokdemîr

Navê Dayikê: Gûlsûm

Navê Bav: Omer

Cihê Ji Dayikbûnê: Şirnex

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka / Gundê Dehma / 22’ê Îlonê 2014’an

 

 

Nasnav: Çekdar Silopî

Nav û Paşnav: Murat Bîlen

Navê Dayikê: Asya

Navê Bav: Hesen

Cihê Ji Dayikbûnê: Şirnex

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka / Gundê Dehma / 22’ê Îlonê 2014’an

 

 

Nasnav: Delîl Umut

Nav û Paşnav: Fahrettîn Ergîn

Navê Dayikê: Henîfe

Navê Bav: Hakim

Cihê Ji Dayikbûnê: Şirnex

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka / 22’ê Îlonê 2014’an

 

 

Nasnav: Harun Silopî

Nav û Paşnav: Serdar Yalman

Navê Dayikê: Ayşe

Navê Bav: Salih

Cihê Ji Dayikbûnê: Şirnex

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka / Gundê Dehma / 22’ê Îlonê 2014’an

 

 

Nasnav: Zinar Agir

Nav û Paşnav: Riza Defayî

Cihê Ji Dayikbûnê: Sine

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Qureyş / 27’ê Îlonê 2014’an

 

Em di şexsê 8 rêhevalên xwe yên ku gihîştine şehadetê de tevahiya şehîdên me yên qehreman bibîr tînin. Careke din bi tekoşîneke bê eman soza pêkanîna xeyalên şehîdan û parastina nirxên ku şehîdên me dane ava kirin nû dikin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 7’ê Îlonê 2018