Em rêhevalên xwe yên ku li Heleb û Hesekê gihîştine şehadetê bi rêzdarî bi bîr tînin

  • | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di dîroka navbera 28 û 29’ê Kanûnê de li Helebê 2 şervanên me û şervanekî me jî li Hesekê şehîd ketiye. Di derbarê şehadetên rêhevalên me de agahiyên berfireh wiha ye;

 

1. Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê a bi navê “Şerê Tunekirina Terorê” ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Hecîn, Sûsê û cihên din yê girêdayî Dêrezorê tê meşandin de pêşveçûnên şervanên me berdewam dike. Encama operasyonên hêzên me de derbên giran li çeteyan tê xistin û cîh bi cîh di navbera şervanên me û çeteyan de şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Di vê çarçoveyê de;

 

Di dîroka 28’ê Kanûnê de di navbera şervanên me û çeteyan de şer û pevçûnekî giran derketiye û di encama van pevçûnan de rêhevalekî me bi giranî birîndar bûye. Rêhevalê me yê ku rakirin nexweşxaneya Hesekê tevî hemû destwerdanan jî nehatiye xilaskirin û gihîştiye şehadetê. Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;

 

 

Nasnav: Halim Agirî

Nav û Paşnav: Mihemed Henan

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Heso

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 28’ê Kanûnê 2018

 

2. Şervanê me bi nasnav Serdar Efrîn ku li Helebê li ser erka xwe bû, di dîroka 28’ê Kanûnê de di encama qezaya trafîkê de gihîştiye şehadetê. Her wiha şervanê me bi nasnav Welat Efrîn jî ku li heman herêmê li ser erka xwe bû, di dîroka 29’ê Kanûnê de di encama qezayekî de şehîd ketiye.

 

 

Nasnav: Serdar Efrîn

Nav û Paşnav: Xelîl Mihemed

Navê Dayikê: Ferîde

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 28’ê Kanûnê 2018

 

 

Nasnav: Welat Efrîn

Nav û Paşnav: Henîf Reşo

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Reşîf

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 29’ê Kanûnê 2018

 

Em hemû şehîdên me yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin û em sersaxiyê ji malbatên rêhevalên me yên ku şehîd ketine re û gelê me re dixwazin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 30’ê Kanûnê 2018

Li operasyona YATê ya 19ê Mijdarê 4 kes hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Mijdar 2020

Li Hesekê 4 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Cotmeh 2020

Li herêma Dêrazorê 19 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 12 Cotmeh 2020

Em rêhevalê xwe Agir Kobanê bi rêzdarî bibîr tînîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Îlon 2020

Salvegera damezrandina Radyo Rojava û Kovara Parêzvanên Rojava pîroz be!

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Îlon 2020

Em rêhevalên xwe Çiya Efrîn û Diyar Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG’ê | 31 Tebax 2020

Peyama Sersaxiyê

Fermandariya Giştî ya YPG | 21 Tîrmeh 2020

Ji çapemenî û raya giştî re

Fermandariya Giştî ya YPG ­­|19 Tîrmeh 2020

Em hevrê Şahîn Amed rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 15 Tîrmeh 2020