Em rêhevalên xwe Serhed û Xwinrêj ku li gundê Baxozê şehid bûn bi rêzdarî bibîr tînin

  • | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re!


Piştî ku DAIŞ ji aliyê  fizîkî ve hate têkbirin, ji bo cihbicihkirina ewlehiya herêmê, hêzên me xebatên paqijkirinê dan destpêkirin. Di 13’ê Nîsanê de dema ku hêzên me bi armanca ewlehiyê kar û barên kontrole pêk dianîn, hevrêyên me Xwînrêj Welat û Serhed Ruha dema ku li ser erka xwe bûn, şehîd bûn.


Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne;


Nasnav: Serhed Ruha

Nav û paşnav: Dilgêş Elî

Navê dayikê: Isra

Navê bav: Hefid

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo 

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor / Gundê Baxoz / 3 Nîsan 2019


Nasnav: Xwînrêj Welat

Nav û paşnav: Sîpan Ceîfer

Navê dayikê: Gulistan

Navê bav: Erîf

Cihê jidayikbûnê: Şêrewa

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor / Gundê Baxoz / 3 Nîsan 2019


Hevrêyê me Serhed li bajarê Qamişlo yê Rojava di nav malbateke welatparêz de hate dinê û mezin bû. Bandora şoreşa Rojava li ser wî jî çêbû û di emrê xwe yê ciwan de tev li refên şoreşê bû. Di têkoşîna azadiyê de di demeke kin de xwe bi pêş ve bir û rik û hêrsa xwe ya li dijî dijmin veguherand hêz û qawetê û di têkoşîna xwe de nîşan da.


Hevrêyê me Xwînrêj li navçeya Şêrawa ya Efrînê ku nirx û çanda resen a gelê me lê zindî ye, di nav malbeteke welatparêz de ji dayik bû. Di demekê de ku li hember dagirkeran şerê berxwedanê dihate kirin, tev li nav refên me bû. Di nav rastiya bêeman a şer de, xwedî li nasname û nirxên xwe derket û li ser vê rêyê meşiya. Dilnizmiya wî ya li hember hevalên xwe, her tim ji hevalên li derdora wî re bû mînak.


Em di şexsê her du hevalên xwe yên şehîd de hemû şehîdên xwe yên qehreman bi minet û rêzdarî bi bîrtînin û ji malbatên her du şehîdên xwe yên qedirbilind û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.


Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 16’ê Nîsanê 2019

Li operasyona YATê ya 19ê Mijdarê 4 kes hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Mijdar 2020

Li Hesekê 4 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Cotmeh 2020

Li herêma Dêrazorê 19 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 12 Cotmeh 2020

Em rêhevalê xwe Agir Kobanê bi rêzdarî bibîr tînîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Îlon 2020

Salvegera damezrandina Radyo Rojava û Kovara Parêzvanên Rojava pîroz be!

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Îlon 2020

Em rêhevalên xwe Çiya Efrîn û Diyar Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG’ê | 31 Tebax 2020

Peyama Sersaxiyê

Fermandariya Giştî ya YPG | 21 Tîrmeh 2020

Ji çapemenî û raya giştî re

Fermandariya Giştî ya YPG ­­|19 Tîrmeh 2020

Em hevrê Şahîn Amed rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 15 Tîrmeh 2020