Em rêhevalên xwe Roj û Şervan birêzdarî bibîr tînin
- Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Kanun 2021 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re
Têkoşîna şoreşa Rojavayê Kurdistan û bakur rojhilatê Sûriyê, îro berxwedana xwe ya dîrokî ku li hember her cure paşverûtî û dagirkeriyê dimeşîne bi awayekî bêhempa berdewam dike. Nirxên me yên esasî ku hiştin ev şoreş pêş bikeve û bigihijê vê astê şehîdên me ne û em di şexsê Şehîd Roj û Şehîd Şervan de tevahî şehîdên xwe yên leheng carek din bi rêzdarî bibîr tînin. Îro têkoşîna me di despêkê de li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞê, bi awayek bê heybet berdewam dike. Gelê me îro ji her demê zêdetir li derdora vê têkoşînê kom bûye û xwedî li şehîdên xwe derdikeve.
Rêhevalê me Roj ku, di vê têkoşînê de bi awayek çalak cîh digirt, di operasyona ku li herêma Dêrazorê li hember DAIŞê dihat lidar xistin de di pêvçûnê de gihişt asta şehadetê. Rêhevalê me Şervan jî, li Hesekê di encama qezayê perwerdehiyê de gihişt şehadetê.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne:
Nasnav: Roj Şengal
Nav û Paşnav: Seyf Ibo
Navê dayik: Fehîme
Navê bav: Mihemed Xelef
Cîh û dîroka şehadetê: Dêrazor – Dişîşa | 16 Kanun 2021
Nasnav: Şervan Şedadê
Nav û Paşnav: Efram Qasim Sevmê
Navê dayik: Tiyadora
Navê bav: Qasim
Cîh û dîroka şehadetê: Hesekê | 9 Kanun 2021
Em di şexsê Şehîd Roj û Şehîd Şervan de tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin û ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Kanun 2021

Em rêhevalê xwe Rûbar Erzîncan birêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 02 Tîrmeh 2022

Di derheqê êrişa ku li Kobanî hat lidar xistin de daxuyanî
Fermandariya Giştî ya YPG | 11 Gulan 2022

Em di salvegera şehadeta wî de fermandarê Berxwedana Serdemê Şehîd Karker bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Adar 2022

Em yek ji pîrê qedîm ê Dêrsimê û hevrêyê me Apê Mûsa û hevrêya me Arîn bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPGê | 8ê Sibata 2022

Em salvegera 11emîn a şehadeta pêşeng û mîmarê şoreşa me fermandar şehîd Xebat Dêrik bi rêzdarî bi bîr tînin
Fermandariya Giştî ya YPG | 13ê Çileya 2022

Em rêhevalê xwe Brusk Botan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 06 Çile 2022

Em rêhevalê xwe Agir Efrîn birêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 25 Kanun 2021
