Em rêhevalên xwe Mahir û Ciwan yên li gundê Baxozê gihîştin şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin
- 3 Nîsan 2019 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re!
Di çarçoveya qonaxa Şerê Tunekrina Terorê a Pêngava Bagera Cizîrê de hebûna çeteyên DAIŞ’ê li gundê Baxozê ya girêdayî Dêrazorê di dîroka 21’ê Adarê de bidawî bibû. Lê belê ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmê mayin û teqemeniyên cûr bi cûr li herêmê çandibû hêzê me jî ji bo rakirina van mayinan xebatên paqijkirinê dan destpêkirin û ev xebatên paqijkirinê hîn jî didome. Di encama lêgerîn û paqijkirinê de rêhevalê me Mahir û Ciwan mayina ku çeteyên DAIŞ’ê ji berê çandibû pêlê kirin. Rêhevalê me Mahir di dîroka 26’ê Adarê de şehîd ket lê rêheval Ciwan bi giranî birîndar bû. Di tevî destwerdana bijîşkan jî rêhevalê me Ciwan di dîroka 2’yê Nîsanê gihîşt şehadetê.
Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd ketine wih ye;
Nasnav: Mahir Amed
Nav û Paşnav: Firat Ateş
Navê Dayikê: Hûsna
Navê Bav: Maas
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / Gundê Baxoz / 26’ê Adarê 2019
Nasnav: Ciwan Kurdo
Nav û Paşnav: Lewend Elîko
Navê Dayikê: Cîhan
Navê Bav: Îsmaîl
Cih û Dîroka ji Dayikbûnê: Dirbêsiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / Gundê Baxoz / 2’yê Nîsanê 2019
Rêhevalê me Mahir Amed di dema ku têkoşîna azadiyê li Rojava û Bakurê Sûriyê de pêş diket û mezin dibû tevlî refên hêzên me bû. Piştî tevlî bû cîhe xwe pêngavên weke Xezeba Xabûrê, Xezeba Firatê, Pêngava Rizgarkirina Reqa û Pêngava Bagera Cizîrê ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatibûn lidar xistin, girt. Di rizgarkirina bajarên Şedadê û Reqayê de rolê xwe leyîst û di bidawîkirina hebûna çeteyên DAIŞ’ê de him erkê xwe bicîh anî him jî bû şahidekî şervanekî me yê vê bûyera dîrokî. Rêhevalê me Mahir ku bi taybetmendiyên xwe yên wêrek, kedkar û fedakar tê nasîn di her kêliyê jiyanê de ev sekna xwe parast û domand. Pêngavên ku tevlî bûyî de tecrûbeyên ku girt di kesayeta xwe de şervantiyê pêş xist. Bawerî û girêdana xwe ya şoreşê bi dayîna têkoşînê ispat kir û erkê ku ket ser milê wî bi dildarî tevlî bû û pêk anî.
Rêhevalê me Ciwan Kurdo li bajarokê Dirbêsiyê ya Rojava hat dinê û malbateke welatparêz de mezin bû. Bandora şoreşa Rojava ji nêz ve hîs kir û tevlî refên şoreşê bû. Bi temenê xwe yê ciwan ku tevlî bû di demeke kurt de xwe pêş xist û tevî hemû şert û mercên zehmet de jî ji sekna xwe ya tawiz nade di kesayeta xwe de avakir. Hêrsa ku li dijî dijminê xwe di kesayeta xwe de zivirandin hêzê û di têkoşîna xwe de ev tişt derxist holê.
Em rêhevalên xwe yên ku di têkoşîna azadiyê de heya kêliya dawiyê şer kir û gihîşt şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin. Şehîdên me yên bi têkoşîna xwe şoreşa ku ji mirovahiyê re diyarî kirin pêşengtiya wê ji mere hiştin, em jî soz didin ku wek şopdarên wan ji bo parastina nirxên ku hatin afirandin çi dibe bila bibe emê biparêzin. Li ser bingehê serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdên me û gelê me re dixwazin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 3’ê Nîsanê 2019

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023

Em 2 şehîdên Berxwedana Serdemê hevrê Cûdî û Hûseyîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Çileya 2023

Ruhê Şehîd Xebat Em Tenê Nehîştin, Hîn Zindî Ye Û Ruhê Têkoşînê Gur Dike
Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023

Em yek ji berxwedêrê Efrînê rêheval Aras Xalid bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 18’ê Kanuna 2022

Em rêhevalên xwe Qehreman Şiyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13’ê Kanuna 2022
