Em rêhevalên xwe Hîwa û Bakûr bi rêzdarî bibîr tînin
- 7 Çile 2019 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re!
Hevalek me di 7’ê Kanûnê 2018’an de li Dêrikê, hevalek me di 5’ê Çileya 2019’an de li Dêrezorê gihîştin şehadetê. Agahiyên li ser şehadetên hevalên me bi vî rengî ne;
1. Rêhevalê me yê enternasyonelîst Hîwa Bosco di 7’ê Kanûna 2018’an de li Dêrikê di encama qezayekê de şehîd ket. Nasnameyê hevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Hîwa Bosco
Nav û Paşnav: Giovanni Francesco Asperti
Navê Dayikê: Vittoria
Navê Bav: Pietro
Cihê Ji Dayikbûnê: Îtalya / Bergamo
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrik / 7’ê Kanûnê 2018
Bi hezaran şervanên ji her netewe, di demeke ku têkoşîna me mezin û xurt dibe de, berê xwe dan Rojava û bûn kedkarên şoreşê. Yek ji van lêgerînvanên azadiyê jî rêheval Hîwa Bosco yê ku bi eslê xwe ji Îtalya ye. Wek her şervanek enternasyonel yên ku ji navgîna azadîxwaz û demokratîk a şoreşa Rojava bandor bûn, rêheval Hîwa jî bi heman hest û hizrê berê xwe da nav refên azadiyê. Di dirêjahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de bi aliyên xwe yên kedkar û jêhatî li pêş bû û bû xwedî seknek mînak a jiyana şoreşgerî. Her tim veguhertina di kesayeta xwe de esas girt û vê yekê li ser rêgezên pîvanên têkoşîna azadiyê pêk anî. Heya kêliya dawî ya jiyana xwe jî her tim li ser vê xeta ku pê bawer bû meşiya.
2. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, li bajaroka Hecîn û bejahiya wê operasyonên xwe yên li hember DAIŞ didomînin. Di 5’ê meha Çileyê de, li herêmê di dema operasyonê de hevalek me di encama şer û pevçûnan de şehîd ket. Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Bakur Qeremox
Nav û Paşnav: Baqir Nehsan
Navê Dayikê: Qemeriye
Navê Bav: Xelîl
Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê
Şehadet Yeri ve Tarihi: Dêrezor / 5’ê Çileya 2019
Em şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin û ji malbata wan re sersaxî dixwazin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 7’ê Çileya 2019

Em hevrêyê xwe Cûdî Amanos bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPG | 14ê Tîrmehê 2022’an

Em rêhevalê xwe Rûbar Erzîncan birêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 02 Tîrmeh 2022

Di derheqê êrişa ku li Kobanî hat lidar xistin de daxuyanî
Fermandariya Giştî ya YPG | 11 Gulan 2022

Em di salvegera şehadeta wî de fermandarê Berxwedana Serdemê Şehîd Karker bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Adar 2022

Em yek ji pîrê qedîm ê Dêrsimê û hevrêyê me Apê Mûsa û hevrêya me Arîn bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPGê | 8ê Sibata 2022

Em salvegera 11emîn a şehadeta pêşeng û mîmarê şoreşa me fermandar şehîd Xebat Dêrik bi rêzdarî bi bîr tînin
Fermandariya Giştî ya YPG | 13ê Çileya 2022
