Em rêhevalên xwe Amara û Gûneş ku li gûndê Baxozê şehîd bûn bi rêzdarî bibîr tînin
- 7 Nîsan 2019 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re!
Ji aliyekî li gundê Baxozê ya Dêrazorê ku xebatê lêgerîna mayînan û paqijkirina wê û xebatên bi ewlekirina herêmê berdewam dikin, ji aliyê din jî xebatên teslîm girtina çeteyên DAIŞ û malbatên wan ku xwe veşartine didome.
Di vê çarçevoyê de di dîroka 3'ê Nîsanê de hêzên me jinek jî di nav de komekî çeteyên DAIŞ'ê teslîm girtine. Dema koma DAIŞ'ê ji kontrolê tê derbaskirin jina ku di nav komê de ye, bombeya ku liser xwe veşartiye diteqîne. Di dema bûyerê de rêhevalên me Amara û Gûneş Botan dema nasname kontrol dikin şehîd dikevin.
Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Amara Rojhilat
Nav û Paşnav: Bêrîvan Habeş
Navê Dayikê: Naciye
Navê Bav: Mislim
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / Gundê Baxoz / 3’ê Nîsanê 2019
Nasnav: Gûneş Botan
Nav û Paşnav: Gurbet Kaplan
Navê Dayikê: Kevser
Navê Bav: Nazmî
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / Gundê Baxoz / 3’ê Nîsanê 2019
Rêhevalên me Amara û Gûneş ku di têkoşîna me a azadiyê de, bi jiyan û têkoşînên xwe ve bi girêdanên xwe a ji doza azadiyê ve ji me hemûyan re bûne mînak, em di şexsê van hevalan de hemû şehîdên xwe yên doza azadiyê bi rêzdarî bibîr tînin. Heya ku em yek terorîstên ku hewl dane axa me dagir bike xelas bikin têkoşînekî bê hempa bidin meşandin û em soza tolgirtina hemû şehîdên xwe dûbare dikin û vê têkoşîna van hevalan emê bi serkeftinê ve tacîdar bikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 7’ê Nîsanê 2019

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023

Em 2 şehîdên Berxwedana Serdemê hevrê Cûdî û Hûseyîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Çileya 2023

Ruhê Şehîd Xebat Em Tenê Nehîştin, Hîn Zindî Ye Û Ruhê Têkoşînê Gur Dike
Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023

Em yek ji berxwedêrê Efrînê rêheval Aras Xalid bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 18’ê Kanuna 2022

Em rêhevalên xwe Qehreman Şiyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13’ê Kanuna 2022
