Em rêhevalên xwe Şiyar Hesekê û Cemal Şikakî bi rêzdarî bibîr tînin
- Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29 Îlon 2021 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re
Rêhevalê me Şiyar Hesekê li roja 25ê Îlonê, Cemal Şikakî jî li roja 27ê Îlonê, li Hesekê ji ber nexweşiyê gihiştin şehadetê.
Rêheval Şiyar, li sala 1976 an de li Hesekê hat dinyayê. Bi geşbûna şoreşê ve li sala 2012 an tevli nav refên me bû. Hemû erk û berpirsiyartiyên xwe bi kedkarî û fedekariyek mezin bi cîh anî. Hevrê Şiyar li roja 25ê Îlonê, li Hesekê di encama nexweşiyê de gihişt şehadetê.
Rêheval Cemal, li sala 1983 an li Dirbesiyê ji dayik bû, li sala 2011 an tevli refên şoreşê bû. Ji despêka şoreşê heta kêliya dawî ya jiyana xwe bi berpirsiyartiyek mezin xwedî li erkên xwe derket. Rêheval Cemal li roja 27ê Îlonê, li Hesekê di encama nexweşiyê de gihişt şehadetê.
Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Şiyar Hesekê
Nav û Paşnav: Hisên Silo
Navê dayik: Fatma
Navê bav: Eyo
Cih û dîroka Şehadetê: Hesekê | 25 Îlon 2021
Nasnav: Cemal Şikakî
Nav û Paşnav: Cuma Elî
Navê dayik: Mûnîfa
Navê bav: Esaıd
Cih û dîroka Şehadetê: Hesekê | 27 Îlon 2021
Em di şexsê rêhevalên xwe Şehîd Şiyar û Şehîd Cemal de hemû şehîdên xwe yên leheng birêzdarî bibîr tînin. Ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29 Îlon 2021

Em hevrêyê xwe Cûdî Amanos bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPG | 14ê Tîrmehê 2022’an

Em rêhevalê xwe Rûbar Erzîncan birêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 02 Tîrmeh 2022

Di derheqê êrişa ku li Kobanî hat lidar xistin de daxuyanî
Fermandariya Giştî ya YPG | 11 Gulan 2022

Em di salvegera şehadeta wî de fermandarê Berxwedana Serdemê Şehîd Karker bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Adar 2022

Em yek ji pîrê qedîm ê Dêrsimê û hevrêyê me Apê Mûsa û hevrêya me Arîn bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPGê | 8ê Sibata 2022

Em salvegera 11emîn a şehadeta pêşeng û mîmarê şoreşa me fermandar şehîd Xebat Dêrik bi rêzdarî bi bîr tînin
Fermandariya Giştî ya YPG | 13ê Çileya 2022
