Em rêhevalên xwe Çiya Efrîn û Diyar Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin
- Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG’ê | 31 Tebax 2020 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 30ê Tebaxê de rêhevalên me Çiya Efrîn û Diyar Efrîn li bajarê Heleb şehîd bûn. Hevre Çiya Efrîn, piştî ku di şerê berxwedana serdemê de brîndar bû û hetanî niha dihat tedawîkirin, rûxme hemû hewldanan gihişt asta şehadetê. Herwiha Hevrê Diyar Efrîn jî di encama qezayekî de gihişt şehadetê.
Hevrêyên me Çiya Efrîn û Diyar Efrîn, bi naskirin têkoşîna şoreşa Rojava ya ku li ser bingeha hebûn û azadiya gelan tê meşandin û ji bandorbûna şerê me yê berxwedanê, her du hevrêyên me tevlî refên me bûn. Hevrê Çiya û Diyar bi hêrsekî mezin li dijî êrîşên ku destkeftiyên gelên me dikin hedef, bibiryardarî sekinîn û gav paşde neavêtin. Di nav şerê me yê berxwedanê de erk û berpirsiyariyên ku her du hevalên me wergirtibûn, hetanî kêliya dawî jî bi dilsozî û azweriyekî mezin bi cîh anîn.
Nasnameya rêhevalên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Diyar Efrîn
Nav û Paşnav: Mihemed Saîd Mihemed
Navê Dayikê: Ferîde
Navê Bav: Saîd
Cihê Ji Dayikbûnê: Şam
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb | 30 Tebax 2020
Nasnav: Çiya Efrîn
Nav û Paşnav: Mihemed Mehmûd
Navê Dayikê: Fatîme
Navê Bav: Elî
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb | 30 Tebax 2020
Em di şexsê her du rêhevalên xwe de tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Ji malbatên şehîdên xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG’ê | 31 Tebax 2020

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
