Em rêhevalên xwe Çîçek Botan û Êrîş Cesur bi rêzdarî bibîr tînin

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 12 Adar 2021 | Şehîd

 

Ji çapemenî û raya giştî re

Li rojên 1 û 3ê Adarê  rêhevalên me Çîçek Botan û Êriş Cesur, di encama qezeyê de gihiştin şehadetê.

 

Rêheval Çîçek Botan, li Kobanê di nav malbatek welatparêz de mezin bû û di pêvajoya şerê Kobanê a giran de tevlî YPJ’ê bû. Rêheval Çiçek tola xwe ya li hember dijmin cara yekê bi rizgarkirina Kobanê girt. Di nav şert û mercên giran ên şer de Rêheval Çîçek bi biryardariyeke mezin û rihê berxwedanê tecrubeyên mezin û girîng yên şoreşgerî qezenç kir û bû jineke şoreşger a bi hêz. Heta kêliya dawÎ, li ser bingehê paradigmaya demokratik, ekolojik û azadîxwaziya jinê de xwe kûr kir û bi awayek fedaiyane têkoşîn da meşandin.   Rêhevala me Çîçek Botan li roja 3ê Adarê di encama qezeyek de gihişt asta şehadetê.

 

Rêheval Êriş Cesur di nav malbatek welatparêz de ji dayik bû. Bi seknek netewî tevli refên şoreşê bû û heta kêliya dawî erk û berpirsiyariyên xwe bi baweriyek mezin bicîh anî.  Bi sekna xwe yê fedekar û kedkar her tim hêz da rêhevalên xwe. Rêheval Erîş, hêrsa xwe yê li dijî dijmin, di kesayeta xwe de zivirand hêzekî mezin û heta kêliya dawî jî di têkoşîna xwe de paş de gav neavêt û bi ısrar meşiya. Girêdan û baweriya xwe ya bi  şoreşê re bi têkoşîna xwe îspat kir, hemû erkên li ber xwe bi awayek herî serkeftî pêk anî. Rêheval Êriş li roja 1ê Adarê di encama qezayek de li Helebê tevli karwana şehîdan bû.

 

Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne;

 

 

Nasnav: Çîçek Botan

Nav û Paşnav: Besma Heyder

Navê Dayîk: Zelixe

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayîkbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadete: Hesekê | 3 Adar 2021

 


Nasnav: Êrîş Cesur

Nav û Paşnav: Diyar Erçik

Navê Dayîk: Ayşe

Navê Bav: Zeki

Cihê Ji Dayîkbûnê: Gever

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb | 1 Adar 2021

 

Em dî şexse herdu rêhevalên xwe yên şehîd de tevahî şehîdên şoreşa azadî û demokrasiyê bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Ji malbatên şehîdên xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 12 Adar 2021

 

 

 

Bi rihê fermandar Karker Êriş, em ê dagirkeriyê têk bibin

Fermandariya Giştî ya YPG | 17 Adar 2021

Em rêhevalên xwe Çîçek Botan û Êrîş Cesur bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 12 Adar 2021

Operasyonên me li hember şaneyên DAIŞê berdewam dikin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 30 Çile 2021

Daxuyani di derbarê salvegera rizgarkirina bajarê Kobanî

Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2021

Em rêhevalê xwe Ferhad Efrîn bi rêzdarî bi bîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Kanûn 2020

Li Til Hemis 4 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 08 Kanûn 2020

Li operasyona YATê ya 19ê Mijdarê 4 kes hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Mijdar 2020

Li Hesekê 4 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Cotmeh 2020