Em rêhevalên me Rojhat û Roza bi rêzdarî bibîr tînin

  • 13 Gulan 2018 | Şehîd

Hevalê me Rojhat Kobanê, dema bi erka xwe radibû, di 10’ê meha Gulanê de li ser rêya Mebrûka ya girêdayî Serêkaniyê di encama qezayeke trafîkê de şehîd ket.
 
Rêhevala me Roza Efrîn jî, di encama nexweşiyeke giran de, di nexweşxaneyê de ruxmê hemû hewldanan jî nehate rizgarkirin û şehîd ket.
 
 
 
Hevalê me Rojhat Kobanê li gundê Bîr Reş yê girêdayî Kobanê di nav malbateke welatparêz de jidayîk dibe û bi bandora berxwedana li bajarê wî Kobanê tê jiyîn cîhê xwe di nav refên têkoşînê de digire. Hevalê Rojhat ku xwedî sekneke dilnizm bû, ji her erka ku jê re hate dayîn re bê fikar nêz bû. Li ku derê berpirsiyartiyek jê bihata xwestin bê hesab pêk dianî, heya şehadeta xwe jî van taybetmendiyên xwe parast. 
 
 
Hevala me Roza Efrîn ya ku li navçeya Raco ya ku aliyê wê yê welatparêzî li pêş e jidayîk bû, van taybetmendiyan di kesayeta xwe de da rûniştandin. Bi pêşketina hişmendiya azadiya jinê ya ku bi şoreşa Rojava re mezin bû, rêheval Roza tevlî refên berxwedanê dibe. Heval Roza herî dawî jî di Berxwedana Sedemê ya Efrînê de cîhê xwe girt û bi sekna xwe bû xwedî pratîkeke serkeftî.
 
 
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:
 
 

 

Nasnav: Rojhat Kobanê

Nav û Paşnav: Ebdullah Hemdû

Navê Dayikê: Ferîde

Navê Bav: Hecî

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Mebrûka / 10 Gulan 2018

 

 

Nasnav: Roza Efrîn

Nav û Paşnav: Siltan Koto

Navê Dayikê: Fêroz

Navê Bav: Omer

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrik / 2 Gulan 2018

 

Navenda Ragihandina YPG | 13 Gulan 2018