Em rêhevalên me Kendal Ramon û Mazlum Cuma bi rêzdarî bibîr tînin

  • 27 Gulan 2018 | Şehîd

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, bi pêşengiya  Hêzên Sûrî ya Demokratîk ku hêzên me yên YPG û YPJ jî di nav de, li gundewarên Dêrezorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon berdewam dikin. Li herêma rojhilatê ava Firatê ku beşek mezin ji çeteyan hatiye paqijkirin operasyon berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de;

 

Di 13’ê gulanê de gundê Bakoz ku xwedî giringiyek stratejîke ji aliyê hezên me ve hat azadkirin. Di vê operasyonê de rêhevalê me yê Îspanî Kendal Ramon di encama teqîna mayîna ku çeteyan ji berî niha çandibû ve gihişt şehadetê.

 

Di 26’ê gulanê de  rêhevalê me Mazlum Cuma dema ku li Serêkaniyê li ser erkê xwe bû di encama qirîza dil de şehîd bû.

 

Hevalê me Kendal Ramon li bajarê Madrid ê İspanya yê ji dayîk bûye. Rêhevalê me Kendal ji malbatek kedkar tê û cara yekem li Rojava tevlî tekoşîna gelên tên çewisandin bûye. Rêhevalê me Kendal li  Rojava li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku ne tenê bûyîn bela serê gelên bindest heman demê de bûne bela serê mirovahiyê tekoşîn bide tevlî refên YPG’ê bû. Rêheval Kendal di demek kurt de fêrî jiyana di nava tekoşînê de bû û piştî perwerdeyê li Dêrezorê di çeperên pêş de cih girt. Guh nedida temenê xwe yê mezin, dest diavêt hemû karên pratîk û bi vê taybetmendiya xwe aliyê kedkar ê di kesayeta wî de rûniştî derdixist pêş. Rêhevalê me Kendal ji herêmek ku kevneşopiya şoreşê lê heyî hat, bi tecrûbeya ji şoreşa Rojava girtî, da nîşan kir ku yekîtiya di nava gelan de bi mil bi mil dayîna hev dê ava bibe.

 

Hevalê me Mazlum Cuma li yek ji qeleyên Şoreşa Rojava Serêkaniyê hatiye dinê. Hevalê Mazlum Cuma yê ku xwedî seknek ji kevneşopiya welatparêziyê, bi Şoreşa Rojava de tevlî xebatên aktif bûye. Armanca herî mezin a hevalê me Mazlum Cuma xwedîderketina li nirxên xwe û parastina nirxên hatîn avakirin bû. Hevalê me Malzum ji dema tevlî tekoşînê bûyî heta roja dawî jî girêdayî armanca xwe ma. 

 

Em ji malbatên rêhevalên xwe yên gihiştîn şehadetê û gelê xwe re sersaxî dixwazin, emê şopdarê rêya şehîdên xwe bin û soza xwe ya tekoşînê heya azadiyê nû dikin.

 

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

 

Nasnav: Kendal Ramon

Nav û Paşnav: Ramon Maria Rull Linhoff

Navê Dayikê: Candelaria

Navê Bav: Ramon

Cihê Ji Dayikbûnê: Madrîd / Îspanya

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 13 Gulan 2018

 

 

Nasnav: Mazlum Cuma

Nav û Paşnav: Cuma Mihemed

Navê Dayikê: Heyye

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / 26 Gulan 2018

 

Navenda Ragihandina YPG | 27 Gulan 2018