Em rêhevalê xwe fermandar Koçero Batman bi rêzdarî bibîr tînin

  • Fermandariya Giştî ya YPG | 06 Îlon 2022 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re

Di rojên dawî de li bajarê Kobanî di encama êrîşa balafirên bê mirov ya artêşa Tirk a dagirker de, hevalê me fermandar Koçero Batman tevlê karwanên şehîdan bû.

Rêhevalê me Koçero di sala 1983’an de, li bakûrê Kurdistanê bajarê Êlihê di nav malbateke welatparêz de hate dinyayê. Bajarê Êlihê ji ber welatparêziya xwe her tim di hedefa dijmin de bû. Dijmin li hember gelê me yê Êlihê bi her cureyên şer êrîş kir. Her êrîşeke dijmin dibû sedema berxwedaniyeke hîn mezintir. Ji bo vê, her çiqas dijmin pir mezin êrîş bike jî, gelê me ti carî li hember van êrîşan serî netewand. Ji ber vê taybetmediya xwe, bajarê Êlihê di têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de her tim bû xwedî cihekî taybet. Her ku têkoşîna gelê Kurd mezin dibû, ji Êlihê jî gelek mirovên welatparêz di vê tekoşînê de cihê xwe digirtin. Gelek ji van di têkoşîna azadiyê de bi awayek fedaiyane pêşengtî kirin.

Rêhevalê me Koçero jî, di cihekî wisa de mezin bû, di zaroktiya xwe de rastiya dijmin nas kir û bi vî awayî kesayetek welatparêz û ruhek azad di şexsê xwe de ava kir. Li hember dijmin her tim hêrsek mezin jiyan kir û ji bo tolhildana gelê xwe di temenek ciwan de dest bi xebatên şoreşgertiyê kir.

Heval Koçero, di dema ciwantiya xwe de, di sala 2001’an de tevlî refên Tevgera Azadiyê bû. Ji Zagrosan heta çiyayên Dêrsimê di gelek qadan de gerîlacitî kir. Di sala 2014’an de dema êrîşên DAIŞ’ê li ser bajarê Kobanî despê kir, derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û tevlî berxwedana Kobanî bû. Bi tecrûbeyên xwe yên gerîlacîtiyê ve, wekî pêşeng û fermandar tevlî vê berxwedana bêhempa bû. Li hember êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê rêhevalê me Koçero ti carî gav paş de neavêt û di şikandina DAIŞ’ê de rolek mezin leyîst. Di gelek pêngavan de bi awayek çalak û pêşeng cîh girt. Di serkeftina berxwedana Kobanî de bû xwedî kedek mezin. Piştî berxwedana Kobanî, di pêngavên Reqa, Minbic, Eyn Îsa û Tabqa de wekî fermandarek wêrek cîh girt û heta serkeftinê şer kir. Di van berxwedanî û pêngavan de gelek caran birîndar bû. Her birîndariya xwe kir sedema tevlîbûnek hîn xurtir û serkeftinên nû.

Rêhevalê me Koçero di her qada ku lê ma û xebat meşand, bi tevlîbûneke cewherî û bi hevaltiyeke xurt, ji bo rêhevalên xwe her tim bû mînak. Di nava şert û mercên herî zor û zehmet de bi coş û kelecaneke mezin xebat da meşandin û erkên ku diketin ser milên wî bi awayekî serkeftî bi cîh anî. Di şervantî û fermandartiya xwe de her tim mînak bû. Em wekî rêhevalên wî, di şexsê rêheval Koçero de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin û soza serkeftinê ya ku me daye şehîdên xwe û gelê xwe dûbare dikin.

 

Nasnameya rêhevalê me wiha ye;

 

 

Nasnav: Koçero Batman

Nav û Paşnav: Hasan Demîrtaş

Navê Dayîkê: Aycan

Navê Bav: Ahmet

Cih û Dîroka Ji dayîkbûnê: Êlih - 1983

 

Em wekî Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji malbata hêja ya şehîdê xwe û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Fermandariya Giştî ya YPG | 06 Îlon 2022

 

 

Emê bi ruhê fermandar Karker dagirkeriyê bi dawî bikin

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Adar 2023

Em rêhevalê xwe Mihemed Dede bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandina YPG | 11’ê Adara 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Ruhê Şehîd Xebat Em Tenê Nehîştin, Hîn Zindî Ye Û Ruhê Têkoşînê Gur Dike

Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023

Em rêhevalên xwe Qehreman Şiyê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13’ê Kanuna 2022

Em rêhevalên xwe Dilxwaz û Hisên bi rêzdarî bi bîr tînin

Navenda Ragihandina YPG | 10’ê Kanuna 2022