Em rêhevalê xwe Taha Efrîn ê ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd ket bi rêzdarî bibîr tînin

  • 8 Kanûn 2018 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Bi daxuyaniyeke nivîskî ku di 7’ê Kanûnê de hat weşandin de me ragihandibû ku rêhevalek me di pevçûnên ku di encama çalakiyeke hêzên me yên li ser baregeheke artêşa Tirk a dagirker a li Efrînê hat lidarxistin de şehîd ketiye.

 

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:

 

 

Nasnav: Taha Efrîn

Nav û Paşnav: Taha Kito

Navê Dayikê: Fîdan

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 5’ê Kanunê 2018

 

Heval Taha li gundê Bênê ya navçeya Şêrawa ya ser bi Efrînê di malbateke welatparêz de hatiye dinê. Heval Taha yê ku di vê herêma ku Tevgera Azadiya Kurdistanê tê de geşe da, mezin bû û bi pêk hatina şoreşa Rojavayê Kurdistanê berê xwe da nav refên hêzên şoreşger, bi armanca parastina destkeftiyên gelê Kurd. Bi sedema êrîşên dagirkerî û qirkerî yên li ser Efrînê, devera ku heval Taha tê de mezin bibû, berê xwe dide nav refên YPG û tevlî têkoşînê dibe. Bi sekna xwe ya şoreşger û tecrubeya ku di nav têkoşînê de bidest xistî her tim bi armanca li dijî dijmin sekinandin, her tim cîhê xwe di çeperên herî pêş de girtiye.

 

Di şexsê hevrê Taha de, em hemû şehîdên xwe yên ku di têkoşîna li dijî dagirkerî û mêtingeriyê de şehîd ketin bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Di serî de ji malbata rêheval Taha re û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 8 Kanûn 2018

Li operasyona YATê ya 19ê Mijdarê 4 kes hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Mijdar 2020

Li Hesekê 4 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Cotmeh 2020

Li herêma Dêrazorê 19 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 12 Cotmeh 2020

Em rêhevalê xwe Agir Kobanê bi rêzdarî bibîr tînîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Îlon 2020

Salvegera damezrandina Radyo Rojava û Kovara Parêzvanên Rojava pîroz be!

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Îlon 2020

Em rêhevalên xwe Çiya Efrîn û Diyar Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG’ê | 31 Tebax 2020

Peyama Sersaxiyê

Fermandariya Giştî ya YPG | 21 Tîrmeh 2020

Ji çapemenî û raya giştî re

Fermandariya Giştî ya YPG ­­|19 Tîrmeh 2020

Em hevrê Şahîn Amed rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 15 Tîrmeh 2020