Em rêhevalê xwe Omer Şêxo bi rêzdarî bibîr tînin

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 7 Tîrmeh 2020 | Şehîd



Ji çapemenî û raya giştî re!

Rêhevalê me Omer Şêxo di roja 5ê Tîrmehê de di encama nexweşiyekê de li bajarê Hesekê gihîşte şehadetê.

Hevrê Omer Şêxo, li bajarê Efrînê di nav malbatek welatparêz de ji dayîk bû. Ji bandorbûna şerê me yê berxwedanê, şoreşa Rojava û bakurê Suriyê nas kir û tevlî bû. Ji têkoşîn û berxwedana gelê me ya li ser hîmê azadiyê û yekîtiyê bi dildarî bawer kir û heta hênaseya xwe ya dawiyê li dijî her cure paşverûtî sekinî. Hevrê Omer Şêxo, erk û berpirsiyariya xwe bi serkeftî bi cîh anî.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;




Nav û Paşnav: Omer Şêxo

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Hesen

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê | 5 Tîrmeh 2020

Em di şêxsê hevrê Omer Şêxo de tevahî şehîdan bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Ji malbatê şehîdê xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 7 Tîrmeh 2020