Em rêhevalê xwe Mehmûd ku li Dêrezorê gihîşt şehadetê bi bîr tînin
- 4 Çile 2019 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re!
Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê a qonaxa dawî ya Şerê Tunekirina Terorê de pêşveçûnên hêzên me didomin û di encama operasyonên ku tên li dar xistin de derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê tê xistin. Di vê çarçoveyê de;
Di dîroka 2’ê Çileyê de hêzên me li derdora bajaroka Hecîn û gundewarên Dêrezorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon li dar xistiye. Di encama van operasyonan de gelek windahiyên çeteyan çêbûn lê di derbarê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal bidest neketin. Di van operasyonan de rêhevalekî me li dijî çeteyan bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê.
Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Mehmûd Helinc
Nav û Paşnav: Mehmûd Resul
Navê Dayikê: Necma
Navê Bav: Weys
Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 2’ê Çileya 2019
Em ji malbata şehîdê me û gelê me re sersaxiyê dixwazin. Em di şexsê rêhevalê xwe yê şehîd de tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 4’ê Çileya 2019

Em hevrêyê xwe Cûdî Amanos bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPG | 14ê Tîrmehê 2022’an

Em rêhevalê xwe Rûbar Erzîncan birêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 02 Tîrmeh 2022

Di derheqê êrişa ku li Kobanî hat lidar xistin de daxuyanî
Fermandariya Giştî ya YPG | 11 Gulan 2022

Em di salvegera şehadeta wî de fermandarê Berxwedana Serdemê Şehîd Karker bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Adar 2022

Em yek ji pîrê qedîm ê Dêrsimê û hevrêyê me Apê Mûsa û hevrêya me Arîn bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPGê | 8ê Sibata 2022

Em salvegera 11emîn a şehadeta pêşeng û mîmarê şoreşa me fermandar şehîd Xebat Dêrik bi rêzdarî bi bîr tînin
Fermandariya Giştî ya YPG | 13ê Çileya 2022
