Em rêhevalê xwe Hogir Bektaş ku di encama qrîza dil de şehîd bû bi rêzdarî bibîr tînin
- 23 Cotmeh 2018 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re!
Rêhevalê me Hogir Bektaş ku li bajarê Qamişlo xebat dida meşandin di 21’ê Cotmehê de li Qamişlo di encama qrîza dil de şehîd bû.
Ji bo parastina Şoreşa Rojava û nirxên ku hatine bidestxistin, di serî de gelê me yê Rojava, Bakurê Suriyê û ji her aliyê cîhanê de mirovan berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê, ji bo bibin parçeyek ji şoreşê bi rûmetî têkoşîn dane meşandin. Yek ji hevalên me yên ku di nav têkoşîna ku em didin meşandin de rêhevalê me Hogir Bektaş ku di encama êrîşên dagirker a dewleta Tirk liser gelê Kurd, êrîşên asîmîlasyonê û di encama polîtîkayên koçberkirinê a dewleta Tirk neçar maye koçî metropolên Tirkiyê bajarê Stenbolê bike. Rêhevalê me Hogir di dema agirê şoreşê pêket di sala 2011’an de berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û tevlî refên me bûye. Di hemû jiyana xwe ya têkoşînê de hertim ligor rol û misyona ku şoreş daye wê kar û xebat daye meşandin. Rûxmê mezinbûyina temenê xwe, hertim liser xwe maye bi coş û kelecan ji hevalên xwe re bûye mînak. Rêheval Hogir di qadên birdozî, leşkerî û civakî de xebat daye meşandin, herî dawî jî li Qamişlo erk girtiye ser xwe. Rêhevalê me Hogir ku xwe bi dilnizmiya xwe û kedkariya xwe, bi pêşxistin û kurkirina birdozî de bibîr aniye. Wê rêhevalê me Hogir hertim ji aliyê hevalên xwe ve were bibîranîn û wê bîranînên wê di têkoşîna me de jiyan bike.
Em di kesayeta rêhevalê xwe Hogir de hemû şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Em di serî de ji malbata Golge û hemû gelê xwe re sersaxî dixwazin. Em soza pêk anîna xeyalên şehîdên xwe dûbare dikin û em ê ji bo wê têkoşînekî bê hempa bidin meşandin.
Nasnameya rêhevalê me yê ku şehîd ketiye wiha ye;
Nasnav: Hogir Bektaş
Nav û Paşnav: Omer Golge
Navê Dayik: Musfîka
Navê Bav: Îhsan
Cihê Ji Dayikbûnê: Stenbol
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo / 21 Cotmeh 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 23 Cotmeh 2018

Em hevrêyê xwe Cûdî Amanos bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPG | 14ê Tîrmehê 2022’an

Em rêhevalê xwe Rûbar Erzîncan birêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 02 Tîrmeh 2022

Di derheqê êrişa ku li Kobanî hat lidar xistin de daxuyanî
Fermandariya Giştî ya YPG | 11 Gulan 2022

Em di salvegera şehadeta wî de fermandarê Berxwedana Serdemê Şehîd Karker bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Adar 2022

Em yek ji pîrê qedîm ê Dêrsimê û hevrêyê me Apê Mûsa û hevrêya me Arîn bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPGê | 8ê Sibata 2022

Em salvegera 11emîn a şehadeta pêşeng û mîmarê şoreşa me fermandar şehîd Xebat Dêrik bi rêzdarî bi bîr tînin
Fermandariya Giştî ya YPG | 13ê Çileya 2022
