Em rêhevalê xwe Erdal Kurdistan yê ku li Tebqa şehîd bû bi rêzdarî bibîr tînin
- 14 Kanun 2018 | Şehîd

Ji çapemenî û taya giştî re!
Rêhevalê me Erdal Kurdistan di 12’ê Kanûnê de dema ku li bajaroka Tebqa li ser erka xwe bû, di encama qezayekê de şehîd ket.
Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Erdal Kurdistan
Nav û Paşnav: Hemed Henîf
Navê Dayikê: Firyal
Navê Bav: Qadir
Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa / 12’ê Kanunê 2018
Rêheval Erdal li bajarê Helebê jidayîk bû. Di temenê xwe yê biçûk de bi malbata xwe re, di demeke ku şoreşa Rojava şax vedida, hate Kobanê ku yek ji herêmên herî serhildêr yê dîroka şoreşa me ye. Di demeke ku li hember êrîşên paşverû berxwedaniyek lehengane ji alî hêzên şoreşger ve dihat dayîn, ew jî tevlî nav refên azadiyê bû. Di şerên Reqa û Minbicê yên ku weke du pêngavên herî girîng yê li hember DAIŞ’ê derbasî dîrokê bûn de, xwe di warê şervanî de pêşxist. Sekn û wêrekiya wî ya di şer de û herwiha kesayeta dilnizm yê li hember rêhevalan her tim ji alî hevalên wî ve mînak hatiye girtin.
Em di şexsê rêheval Erdal de hemû şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bibîr tînin. Di serî de ji malbata şehîd Erdal re, ji hemû gelê xwe re em sersaxiyê dixwazin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Kanunê 2018

Em hevrêyê xwe Cûdî Amanos bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPG | 14ê Tîrmehê 2022’an

Em rêhevalê xwe Rûbar Erzîncan birêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 02 Tîrmeh 2022

Di derheqê êrişa ku li Kobanî hat lidar xistin de daxuyanî
Fermandariya Giştî ya YPG | 11 Gulan 2022

Em di salvegera şehadeta wî de fermandarê Berxwedana Serdemê Şehîd Karker bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Adar 2022

Em yek ji pîrê qedîm ê Dêrsimê û hevrêyê me Apê Mûsa û hevrêya me Arîn bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPGê | 8ê Sibata 2022

Em salvegera 11emîn a şehadeta pêşeng û mîmarê şoreşa me fermandar şehîd Xebat Dêrik bi rêzdarî bi bîr tînin
Fermandariya Giştî ya YPG | 13ê Çileya 2022
