Em rêhevalê xwe Çiyager yê ku li herêma Dêrezorê şehîd ket bi rêzdarî bibîr tînin

  • 14 Nîsan 2019 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re!


Xebatên lêgerîn û paqijkirinê ya bi armanca pêk anîna ewlehiya herêmê, di proseya piştî bi dawî kirina DAIŞê hîn jî berdewam e. Rêhevalê me Çiyager di nav van xebatan de dema li ser erka xwe bû di 13ê Nîsanê de şehîd ket.



Hevrê Çiyager li bajaroka GIrkêlegê ya Rojavayê Kurdistanê di malbateke welatparêz de ji dayîk bûye û mezin bûye. Di demek ku şoreşa azadiyê li Rojavayê Kurdistanê û bakûrê Sûriyê mezin û geş dibû de tevlî nav refên me bû. Di operasyona bi dawî irina DAIŞê ya Bagera Cizîrê de cîhê xwe girt, him berpirsiya li ser milên xwe pêk anî, him jî şahidiya wan kêliyên dîrokî kir. Hevalê Çiyager yê ku di tevlîbûna xwe de bi aliyên xwe yên wêrek, fedakar û kedkar dihat nasîn, vê sekna xwe di her qadê jiyanê de domand. Girêdan û baweriya xwe ya bi  şoreşm re bi têkoşîna xwe îspat kir, hemû erkên li ber xwe bi awayek herî serkeftî pêk anî.


 

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

 



Nasnav: Çiyager Dêrik

Nav û Paşnav: Yezen Mihemed Şerîf Asî

Navê Dayikê: Besna

Navê Bav: Mihemed Şerîf

Cihê Ji Dayikbûnê: Girkêlegê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / Gundê Luziyê / 13’ê Nîsanê 2019


Em di şexsê hevrê Çiyager de hemû şehîdên xwe yên nemir bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbata şehîd Çiyager û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.


Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14 Nîsan 2019