Em rêhevalê xwe Çîya Qendîl ê li Helebê şehîd bû bi rêzdarî bibîr tînin

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 21’ê Tebaxa 2022’yan | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re

Rêhevalê me Nîdal Mislim bi nasnav Çîya Qendîl, di dîroka 19’ê Tebaxa 2022’yan de li bajarê Helebê di encama qezaya perwerdehîyê de şehîd bû.

Bajarê Helebê her çi qas ne bajarekî Kurdistanê be jî gelê me yê Kurd ê vî warî di alîyê çandî û xwebûnê de xwe parastine. Li hember zilm û zordarîyê, li hember êrîşên li ser xwe refleksa dijberîyê raber kirine. Ev çanda xweparastinê fêrî zarokên xwe jî kirine. Gelê me yê Helebê di pir nêzîk de bûn şahidê fikr û ramanên azad ê Tevgera Azadîya Kurdistanê û bi vê fikr û ramanê re çanda xwe pêşxistin, di xweparastinê de hîn zêdetir bûn hoste. Ev hostatîya xwe di berxwedana Helebê destpêka şoreşa Rojavayê xwe da der. Hevalê me Çîya jî di nav malbateke welatparêz a bi van taybetmendîyan, li Helebê ji dayîk bû. Di temenên xwe yên zarokatî û ciwanîyê de bi hestên welatparêzîyê ên ku bi pêşketina têkoşîna azadiyê re mezin bû û Şoreşa Rojava berbelavê cîhanê dibû, sala 2014’an di dema Berxwedana Kobanê a sedsalîyê de biryar da ku bibe şervanê gelê xwe û bibe nûnerekê Şoreşa Rojava a bûbû gerdûnî. Rêheval Çîya di kesayeta xwe de sekna milîtantîyê li gor tê xwestin di pratikê de raber kir. Di parastina Şehbayê de û di Berxwedana Serdemê a li dijî dagirkeriyê bi awayek çalak cihê xwe girt. Li gor rastîya “şer ne tevahî jîyana me ye, tenê parçeyek jîyana me ye” tevgerîya û di kêlîyên din a jîyanê de jî di kurkirina fikr û ramanê de hewldanên xwe pêşxistinê de rêhevalekî jîr û zîrek bû. Mirovên ku di çarenûsa gelê xwe de rolên dîyarker bin kedkarîyekî mezin dixwaze ku rêheval Çîya jî mirovekî kedkar bû.

Em sond û peymana xwe a bi girêdana şehîdên xwe careke din dûbare dikin ku emê teqez xeyal û armancên şehîdên xwe di pêkanînê de tu astengîyan nasnekin û bînin cîh. Em di şexsê şehîd Çîya de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Nasmaneya pakrewanê me wiha ye:

 

 

Nasnav: Çîya Qendîl

Nav û Paşnav: Nîdal Mislim

Navê Dayikê: Zeyneb

Navê Bav: Xelîl

Cihê ji Dayikbûnê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 19’ê Tebaxa 2022’yan

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 21’ê Tebaxa 2022’yan

 

Em rêhevalê xwe fermandar Koçero Batman bi rêzdarî bibîr tînin

Fermandariya Giştî ya YPG | 06 Îlon 2022

Em rêhevalên xwe Rojhat Karakoçan û Dogan Amanos bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 19 Îlon 2022

Emê ked û fedekariya rêheval Amara ti carî ji bîr nekin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Îlon 2022

Em rêhevalê xwe Merwan Derbandîxan ê li Helebê şehîd bû bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Îlona 2022’yan

Em rêhevalê xwe Çîya Qendîl ê li Helebê şehîd bû bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 21’ê Tebaxa 2022’yan

Em 10 salîya Şoreşa Rojava ji mirovahîyê re pîroz dikin

Fermandarîya Giştî a YPG | 19ê Tîrmehê 2022

Em hevrêyê xwe Cûdî Amanos bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPG | 14ê Tîrmehê 2022’an

Em rêhevalê xwe Rûbar Erzîncan birêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 02 Tîrmeh 2022