Em hevrêyên xwe yên ku li Dêrezorê û Holê gihîştine şehadetê bi rêzdarî bi bîr tînin

  • 29’ê Mijdarê 2018 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di çarçoveya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê a bi navê Şerê Tinekirina Terorê de 10 hevalên me, li bajarokê Holê jî hevalek me di encama êrîşeke sekvaniyê de şehîd ketin. Di derbarê şehadeta hevrêyên me de agahiyên berfireh wiha ne;

 

  1. Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê a bi navê Şerê Tinekirina Terorê bi hemû hêza xwe didome. Hêzên Sûriya Demokratîk, di bin pêşengtiya hêzên YPG/YPJ de di çarçoveya pêngavê de derbên giran li çeteyan didin û ber bi Hecînê ve pêş ve diçin. DAIŞ’a li ber tunebûnê ye, bi armanca ku qada dawî ya ku di Sûrî de kontrol dike winda neke bi her cûreyî rêbazan êrîş dibe ser şervanan. Li hember van êrîşên ku di nav de seyareyên bombebarkirî, sûdwergirtina rewşa hewaya ya xerab û her wekî din êrîşên întîxarî jî hene, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk bi lehengane liberxwe didin û êrîşan vala derdixin. Di dîroka 24’ê Mijdarê de çeteyên DAIŞ’ê ji rewşa hewayî jî sûdwergirtin û êrîşeke berfireh birin ser çeperên hêzên me yên li eniya bakûrrojavayê Hecînê da ku pêşiya pêşveçûnên hêzên me bigrin. Li dijî êrîşên çeteyan bersivdana hêzên me ve şer û pevçûnên dijwar di vê herêmê de qewimîn. Di şer û pevçûnên ku çend saet dom kir de êrîşên çeteyan bi temamî hat têkbirin. Di van şer û pevçûnan de derbên giran li çeteyan hat xistin û çete neçar man ku paş de birevin. Di têkbirina êrîşên çeteyan de 10 hevrêyên me bi lehengî şerkirin û gihîştine şehadetê.

Nasnameya hevrêyên me yên ku şehîd ketine wiha ne;

 

Nasnav: Çekdar Heleb

Nav û Paşnav: Ehmed Himêdan

Navê Dayikê: Nebha

Navê Bav: Cuma

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

Nasnav: Egîd Amudê

Nav û Paşnav: Ebdilmihsin Eriyam

Navê Dayikê: Mekiye

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Amudê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

Nasnav: Ela Til Temir

Nav û Paşnav: Ezîz Mihemed

Navê Dayikê: Necme

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

Nasnav: Qehreman Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Cuneyd Ebdulah

Navê Dayikê: Hewa

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

Nasnav: Remzî Zêdan

Nav û Paşnav: Mihemed Silêman

Navê Dayikê: Eyda

Navê Bav: Silêman

Cihê Ji Dayikbûnê: Girêspî

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

Nasnav: Cemal Reqqa

Nav û Paşnav: Ehmed Îsa

Navê Dayikê: Helîma

Navê Bav: Mistefa

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

Nasnav: Kendal

Nav û Paşnav: Egab Taha

Navê Dayikê: Fida

Navê Bav: Ezîz

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Ebyad

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

Nasnav: Qendîl Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Mihmed Ehmed

Navê Dayikê: Zehiya

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Elok

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

Nasnav: Ronî Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Ebdul Wehab Xelîlo

Navê Dayikê: Sibhiya

Navê Bav: Ebdullah

Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

Nasnav: Zinar Reqqa

Nav û Paşnav: Eymen El Mihemed

Navê Dayikê: Şimsa

Navê Bav: Ebdilrezak

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

2. Di dîroka 26’ê Mijdarê de komeke veşartî ya DAIŞ’ê li bajaroka Holê ya girêdayî Hesekê, li hember hevrêyên me yên ku li ser bendê kontrolê li ser erka xwe bûn êrîşeke sekvaniyê pêk anîn. Di vê êrîşê de hevrêyê me bi nasnav Bahoz Hesekê şehîd ket. Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

 

Nasnav: Bahoz Hesekê

Nav û Paşnav: Mihemed Zahir

Navê Dayikê: Enud

Navê Bav: Xidir

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Hol / 26’ê Mijdarê 2018

 

Em hevrêyên xwe yên ku li pêngava Şerê Tinekirina Terorê de şehîd ketine û tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji serî de malbatên me yên şehîd û gelê me yê hêja re dixwazin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29’ê Mijdarê 2018