Em hevrêyên xwe Berfîn û Şervan bi rêzdarî bibîr tînin

  • 14 Cotmeh 2018 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di dîroka 12’ê Cotmehê de du hevalên me ku li pêngava Bagera Cizîrê û li bajarê Amudê yê girêdayî Kantona Cizîrê de erkdar bûn, şehîd ketin.  Di derbarê şehadetê hevalan de agahiyên berfireh wiha ne;

 

1. Di dîroka 12’ê Cotmehê de di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê “Şerê tunekirina terorê” bi pêşengiya Hêzên Sûriya Demoqratîk (QSD) a ku hêzên me jî bi çalak tevlî dibe li gundewarên Dêrezorê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê destkeftiyên girîng tên bidestxistin û cîhên ku hatine rizgarkirin de pêşveçûnên hêzên me didome. Di roja 2’ê Cotmehê li gundê Baxoz ya girêdayî Dêrezorê di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar qewimîne. Di van pevçûnan de rêhevala me Berfîn Amed bi qehremanî şer kiriye û giran birîndar bûye. Tevî hemû destwerdanan jî rêhevala me Berfîn Amed a giran brîndar bû di roja 12’ê Cotmehê de gihîşt şehadetê. Nasnameya hevala me ya şehîd wiha ye;

 

 

Nasnav: Berfin Amed

Nav û Paşnav: Yasmîn Arif

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrin

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Cizîrê / 12’ê Cotmehê 2018

 

2. Şervanê me Şervan Cudî ku li bajarê Amudê erk û peywirê xwe pêk dianî di encama qezayekî de şehîd ketiye. Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

 

 

Nasnav: Şervan Cudî

Nav û Paşnav: Ebdilrezaq Îsa

Navê Dayikê: Xensa

Navê Bav: Mehmud

Cihê Ji Dayikbûnê: Amudê

Cih û Dîroka Şehadetê: Amudê / 12’ê Cotmehê 2018

 

Di kesayeta hevrê yên me şehîd Berfîn û şehîd Şervan de tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Di serî de malbatên şehîdên me û tevahî gelê me re em sersaxiyê dixwazin. Di çarçoveya têkoşîna azadiyê ku em dimeşînin de soza bidawîkirina terorîzmê careke din nû dikin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14 Cotmeh 2018

Daxuyanî di derbarê teqîna li roja 5ê Îlonê li Efrînê rû da

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Îlon 2021

Em rêheval Hogir Narîn Botan bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapameniya YPG | 03 Îlon 2021

Em Fermandar Rênas Roj birêzdarî bibîr tînin

Fermandariya Giştî ya YPG | 20 Tebax 2021

Em rêhevalê xwe Dersim Munzur bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Tebax 2021

Em rêhevalê xwe Mazlum Serhed bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29 Tîrmeh 2021

Daxuyaniya di derheqê Şehîdgeha Efrînê de

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 24 Tîrmeh 2021

Salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê pîroz be

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Tîrmeh 2021

Daxuyanî di derbarê rapora NY a bi dîroka 6ê Gulanê, 2021

Nûrî Mehmûd, Berdevkê fermî ê Yekîneyên Parastina Gel | 28ê Pûşperê, 2021