Em hevrêyên xwe Bahoz û Kara bi rêzdarî bibîr tînin

  • 4 Sibat 2019 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Têkoşîna azadiya gelê me û hêzên me ku li dijî teror û dagirkeriyê dimeşînin gihîştiye asteke bilind û qonaxeke girîng. Ev têkoşîna ku tê meşandin him di herêmê  û qada navnetewî de bandoreke mezin derxistiye holê him jî ji bo firsendên dîrokî afirandiye da ku pêşeroja herêmê misoger bike. Bêguman ev asta têkoşîna me armanca dagirkeran rûxandiye û ji bo herêmê jî bûye hêviyeke mezin. Pêşengên vê têkoşîna azadiyê jî ew in ku tim û tim xwe bi serkeftinê re amadekirine û di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine ye.

 

Em nasnameyên 2 rêhevalên xwe yên ku di demên cuda de di Pêngava Bagera Cizîrê û li bajarê Serêkaniyê gihîştine şehadetê ji raya giştî re parve dikin.

 

1. Qonaxa dawî ya Şerê Tunekirina Terorê ku li herêma Dêrezorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi pêşengtiya hêzên me di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de hatibû destpêkirin ber bi dawîbuyînê ye. Roj bi roj hebûna çeteyên DAIŞ’ê ya herêma Dêrezorê têk diçe û operasyonên ku li dijî çeteyan tên lidar xistin de bi sedan sivîlên ku di bin dagirkeriya wan ve tên rizgarkirin. Ev pêşketinên ku rûdidin bi saya têkoşîna şervanên me yên ku bi dil û can şer dikin û digîhin asta şehadetê ye. Yek ji wan hevalên me bi nasnav Bahoz Efrîn e ku piştî berxwedaniyeke bê hempa di dîroka 2’ê Sibatê şehîd ketiye. Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

 

 

Nasnav: Bahoz Efrîn

Nav û Paşnav: Kemal Osman

Navê Dayikê: Raîfe

Navê Bav: Fayiq

Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / 29’ê Çileya 2019

 

2. Rêhevalê me bi nasnav Kara Qamişlo ku li bajarê Serêkaniyê li ser erka xwe bû, di encama qezayekî trafîkê di dîroka 29’ê Çileyê de gihîştiye şehadetê. Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

 

 

Nasnav: Kara Qamişlo

Nav û Paşnav: Mû’tez El Hoşan

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 2’ê Sibatê 2019

 

Em ji herdu malbatên şehîdên xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin û em hevalên me yên ku di têkoşîna azadiyê de gihîştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin.  

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 4’ê Sibatê 2019

Em rêhevalê xwe Zehredîn Osê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG | 18ê Gulan 2020

Ji raya giştî re!

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel -YPG | 29-04-2020 Nûrî Mehmûd

Em 7 rêhevalên xwe yê di sala 2016’an gihîştinê şehadetê bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10ê Nîsanê 2020

Em rêhevalê xwe Tolhildan Xwînrej bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê | 1ê Nîsanê 2020

Emê têkoşîna xwe bi rihê Karker bilind bikin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê 18ê Adar 2020

Em du şehîdên xwe yên berxwedana serdemê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê | 12 Adar 2020

Operasyonên taybet yên hêzên me derbên giran li çeteyan da

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 11 Îlonê 2019

Em rêhevalê xwe Bedran Siverek bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 4 Îlon 2019