Em hevrêyên xwe Şevreş Qamişlo û Hozan Peyaniş bi rêzdarî bibîr tînin
- Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG | 2 Tîrmeh 2020 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re!
Endamê Yekîneyên Antî Teror (YAT) Rêhevalê me Şevreş Qamişlo, di pêngava li Dêrazorê de li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de ku hêzên me dabûn destpê kirin, brîndar bibû û di dîroka 27ê Pûşperê 2020’an gihîşt şehadetê. Rêhevalê me Hozan Peyaniş jî di dîroka 6ê Pûşperê 2020’an de di encama nexweşiyekê de li bajarê Hesekê şehîd ket.
Hevrê Şevreş, li bajarê Qamişlo di malbatek welatparêz de ji dayîk dibe. Ji bandorbûna têkoşîna me ya li dijî dagirkerî û paşverûtiyê tevlî refên şoreşê dibe. Di operasyon û pêngavên me yên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de gav paş de neavêt û bi biryardarî tevlî bû. Hevrê Şevreş, erk û berpirsiyariyên xwe bi azweriyeke mezin bi cîh anî.
Hevrê Hozan di malbatek welatparêz de ji dayîk dibe. Hevrê Hozan bi ruhekî seferberî, li dijî êrîşên şoreşa Rojava û bakurê Suriyê ku pêş diketin tevlî refên şoreşê bû. Hevrê Hozan di nav têkoşînê de gazî jî bû. Ji têkoşîna li ser hîmê azadî û demokrasiyê ya gelan bawer kir û Kêlî bi kêlî li dijî her cure êrîşan têkoşîn meşand û tevlî şerê me yê berxwedanê bû.
Nasnameya rêhevalên me yê şehîd wiha ne;
Nasnav: Şevreş Qamişlo
Nav û Paşnav: Elî Elî
Navê Dayikê: Şerîn
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor | 27 Pûşper 2020
Nasnav: Hozan Peyaniş
Nav û Paşnav: Ömer Dînçer
Navê Dayikê: Siyaset
Navê Bav: Veysî
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê | 6 Pûşper 2020
Em di şexsê hevrê Şevreş Qamişlo û Hozan Peyaniş de tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Ji malbatên şehîdên xwe re û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin
Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG | 2 Tîrmeh 2020

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
